KNK'ê Tevgera Azadî ya Kurdistanê silav kir

KNK'ê Tevgera Azadî ya Kurdistanê silav kir

KNK'ê avakirina Tevgera Azadî ya Kurdistanê silav kir û got, "li xaka ku bûye dergûşa şaristaniyê û çavkaniya nirxên mirovahiyê, avakirina Tevgera Azadî ya Kurdistanê wê bibe bingeha kar û xebatên avakirina jiyanek hevreyî û hevbeş."

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), li ser biryara xwe fesihkirinê ya PÇDK'ê û avabûna Tevgera Azadî ya Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek weşand û damezrandina Tevgera Azadî silav kir.

KNK'ê da xuyakirin ku dagirkerên Kurdistanê bi destê çeteyên DAIŞ'ê weke hespê Trûwa kirine herêmê, li Kurdistanê rê li ber hovîtiyê vekirine û destnîşan kir ku gelê Kurd di destpêka sedsala 21'an de pêvajoya destanan dijî.

KNK'ê diyar kir ku di vê pêvajoyê de PÇDK'ê di kongreya xwe ya 6. de gaveke dîrokî avêtiye û got, "PÇDK'ê bi vê nirxandina dîrokî destnîşan kir ku derfetên dîrokî derketina pêşiya gelê Kurd û piştî fesihkirina xwe, di avakirina Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê de roleke sereke lîst."

KNK'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku biryara PÇDK'ê dîrokî ye û da zanîn ku di di serî de gelê Kurd divê raya giştî ya cîhanê, entelektuel, feylesofên cîhanê, sosyolog, siyasetmedar û medya cîhanê li ser vê biryarê rawest in.

Daxuyaniya KNK'ê ya li ser mijarê wiha dewam kir:

"Piştî ku encama Kongreya 6., di 11ê Cotmehê de ji raya giştî re hat deklere kirin; di 17'ê Cotmêhê de jî, bi dirûşma “Takekesê azad û civakek demokratîk”, kongreya xwe lidar xist û bi daxuyaniyekê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ji raya giştî re deklere kir.

Di xaka ku bûye dergûşa şaristaniyê û bûye çavkaniya nirxên mirovahiyê, avakirina Tevgera Azadî ya Kurdistanê wê bibe bingeha kar û xebatên avakirina jiyanek hevreyî û hevbeş.

KNK'ê, biryara PÇDKê bi dilsozî silav dike û destek dike.

Gelê Kurd, di têkoşîna azadî û demokrasî de, li gel doza azadî, demokrasî, aştî û jiyana bi rûmet; lêgerîna nasname, kesayetî, hişmendî, îradî jî kire armanca xwe û di encamê de sîstemek derxiste holê. Encama vê jî, Şoreşa Rojava, jiyana bi rûmet û parastina nirxên mirovahiyê ye. Di kesayeta Kobanê û Şengalê de cîhan teva giha hev.

Tevgera Azadî ya Kurdistanê serketina gelê Kurd e û divê ev xeta derketiye holê bê parastin û bê hêz kirin."