KNK'ê biryara lidarxistin Kongreya Netewî silav kir
KNK'ê biryara lidarxistin Kongreya Netewî silav kir
KNK'ê biryara lidarxistin Kongreya Netewî silav kir
Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ji bo lidarketina Kongreya Netewî zêdeyî 14 salin di nava hewldanan de ye, pêkhatina civîna amadekariyê û biryara lidarxistina kongreyê, silav kir.
Konseya Rêveber a KNK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî pêkhatina civîna amadekar û biryara lidarxistina Kongreya Netewî ya li ser dawetiya Serokê Herêma Kurdistan Mesût Barzanî, Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî û Serokê Gîştî ye KCKê Abdullah Ocalan tê organîzekirin, li gelê Kurd pîroz kir.
Di daxuyaniyê de hat bibîr xist ku KNK'ê di nava 14 salan de li derveyî welat, ji bo diyalog û yekitiya netewî ked û xebatekek mezin meşandiye û hat gotin; " Ji bo avakirina binesazîya Konferansa Netewî KNK hewldanên xwe ji diyaloga netewî raste rast li Başûrê Kurdîstanê meşandîye û ji bo vê armancê li Hewlerê nûnertîya xwe çêkiriye. Di asta siyaseta navnetewî de jî KNK ji bo çareserîya pirsgerika Kurd li ser bingeha mafê çarenûsî (self-determînasyon) dehan konferans saz kiriye û bê navber bi vê armancê li cîhanê dîplomasiya netewî pêş xistiye."
Konseya Rêveber a KNK'ê kêfxweşiya xwe ya ji ber serketina diyaloga netewî anî ziman ku di encamê de pêşî li Kongreya Netewî ya Kurd vebûye. KNK'ê da xuyakirin ku sazkirina diyaloga netewî bi rêya Kongreya Netewî ya Kurd, biryareke dîrokî ye û destnîşan kir ku weke KNK ewê hemû berpirsiyariyên xwe yên ji bo avakirina Kongreya Netewî ya Kurd bicih bîne.
Di dawiya daxuyaniya Konseya Rêveber a KNK'ê de weha hat gotin: "Em wek KNK xwe li hember pêşxistina Kongra Netewî ya Kurd li Kurdîstanê erkdar û berpirsîyar dibînin û ji bo vê yekê jî emê xîzmetên xwe di çerçovaya pîvan û plansazîyên xwe de pêk bînin. Ji bo avakirina ev derfetên dîrokî em dûbare spasiya xwe Serokê Herêma Kurdîstan birêz Mesût Barzanî, Serokkomarê Iraqê birêz Celal Talabanî û Serokê Gîştî yê KCK’e birêz Abdullah Ocalan re pêşkêş dikin. Her wiha em hemû hezên sîyasî û civakî yên Kurd silav dikin ku bi dilsozî û berpirsiyartî beşdarî amadekirina Kongra Netewî ya Kurd dibin. "