KJK: Komploya li Kobanê hat nûkirin wê bê pûçkirin
KJK: Komploya li Kobanê hat nûkirin wê bê pûçkirin
KJK: Komploya li Kobanê hat nûkirin wê bê pûçkirin
KJK'ê da xuyakirin ku bûyerên di 16. salvegera komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê de diqewimin 'komploya hatiye nûkirin e' û got, "Çawa ku Rêber Apo bi têkoşîn û israra xwe ya di jiyana azad de komploya navneteweyî pûç kir, îro jî li Kobanê wê bi têkoşîn û israra di jiyana azad de, komploya hatiye nûkirin bê pûçkirin."
KJK'ê ragihand ku diyar kir ku bersiva herî mezin a li komploya 9'ê Cotmehê, mezinkirina berxwedana li dora Kobanê ye û got, "Girîng e bi dirûşma 'Her der Kobanê, her der Berxwedan' jin û gelên me kolanan dagirin."
Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bi wesîleya 16. salvegera komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê daxuyaniyek da.
Koordînasyona KJK'ê çalakiyên jinan, ciwanan ên li tevahiya Kurdistanê, Ewropa û Tirkiyeyê yên ji bo xwedîderketina li Kobanê silav kir û ev nirxandin kir:
'KOMPLO ÊRÎŞEKE ZEXEL Û QIRÊJ A LI LÊGERÎNA AZADI YÊ YA MIROVAHIYÊ YE'
"Bi wesîleya salvegera 16. em komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê û hemû hêzên komploker şermezar dikin. Hemû rêhevalên xwe yên li hemberî êrîş û polîtîkayên dewletparêz-desthilatdarîparêz ên mercên dîlgirtina Rêber Apo amade kirin, bi şiyara "Hûn nikarin roja me tarî bikin" li dora Rêber Apo bûn xelekek ji agir û berxwedaneke mezin nîşan dan, bi rêzdarî bibîr tînin. Komploya 9'ê Cotmehê ya bi pêşengiya DYA, Îngilîstan û Îsraîlê hat kirin, di kesayetiya Rêbertiya me de li dijî nasnameya me ya jiyana azad, vîna me û rêxistinbûyîna me hatiye kirin. Ev komplo di heman demê de êrîşek zexel û qirêj a li hemberî têkoşîn û lêgerîna azadiyê ya mirovahiyê ye. Komploya navneteweyî ya beriya 16 salan li heman xakê li Rojava destpê kir, bi têkoşîna berxwedanê ya mezin, bi sirara jiyaan azad û hewldanên sîstema demokratîk ên Rêber Apo hat pûçkirin.
'LI DIJÎ TEVGERA AZADIYÊ YA KURD KONSEPTEKE NÛ YA NAVNETEWEYÎ TÊ DERXISTIN'
Îro jî herêma Rojhilata Navîn bi taybetî jî Kurdistan şerekî nû yê di asta bilind de dijîn. Bi gotina Rêbertiya me, hêzên şerê sêyemîn ê cîhanê li erdnîgariya Rojhliata Navîn dimeşînin, ji bo krîza sîstemê li gorî berjewendiyên xwe biguherîne û gelan hîn bêtir talan bikin, têkoşîna xwe ya herdemîkirina modernîteya kapîtalîst berfireh kirine. Komploya navneteweyî ku weke parçeyekî bingehîn ê vê yekê hat kirin, bi hevkariya hêzên serdest û hêzên paşverû yên herêmî re xwe bi navê DAIŞ'ê ji nû ve birêxistin dike û planên qirêj, zexel û taktîkên nû xistiye dewrê. Li dijî tevgera me ya azadiyê, konsepteke nû tê meşandin. Çeteya DAIŞ'ê ku parçeyek ji konsepta şer a nû ye, bi dewleat Tirk û hikûmeta AKP'ê re ji her alî ve hevkariyê dike û li Rojava bi taybetî jî li Kobanê bi şêweyê nû şer, dimeşîne.
'KOMPLOYA LI KOBANÊ HATIYE NÛKIRIN WÊ BÊ PÛÇKIRIN'
Çeteya DAIŞ'ê bi êrîşa hovane ya li hemberî Kobanê re, di kesayetiya Kobanê de dixwaze rêxistinbûyîn, vîn û baweriya azadiyê ya jinan û gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn têk bibe. Li Kobanê eniya berxwedana gel a bi pêşengiya YPG/YPJ'ê derket holê, li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê berxwedaneke awarte nîşan dide. Berxwedana ev 25 roj in dewam dike, berxwedana parastina hebûna xwe û pêkanîna azadiyê ye. Ev berxwedan, ev sekin wê hemû êrîşên zexel û zirêj, her şêwe komployan pûç bike. Çawa ku Rêber Apo bi têkoşîn û israra xwe ya di jiyana azad de komploya navneteweyî pûç kir, îro jî li Kobanê wê bi têkoşîn û israra di jiyana azad de, komploya hatiye nûkirin bê pûçkirin. Yê bi ser bikeve wê gelê me û gelên şer dikin, li ber xwe didin, bin.
'ARÎN MÎRKAN BI SEKNA FEDAÎ BERSIV DAYE'
Komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê di heman demê de komployek li dijî nasnameya jinê ya azad e. Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku weke dewama vê komployê ne, di kesayetiya jinê de li hemberî nirxên demokratîk û azadiyê yên tevahiya civakê ye. Jinên Kurd di kesayetiya rêhevalên Berwar û Rojbîn de bi sekneke fedaî bersiv dane komploya 9'ê Cotmehê. Îro jî di kesayetiya Arîn Mîrkan de, heman helwest û sekin hatiye nîşandan. Divê hemû jin li ser bingeha xwedîderketina li pêşeroja û azadiya xwe berxwedana Kobanê mezin bike. Girîng e ji eniya berxwedanê ya hevpar biafirînin, li ser navê dîrok û civakê, li ser navê nrixên azadiyê û pêşerojê, helwest û têkoşîneke kurt a hesabpirsîna ji faşîzma DAIŞ'ê nîşan bidin.
'HER DER KOBANÊ, HER DER BERXWEDAN'
Bersiva herî mezin a li komploya 9'ê Cotmehê, mezinkirina berxwedana li dora Kobanê ye. Çalakiyên yekîtiya neteweyî yên li Bakurê Kurdistan, Rojhilat, Başûrê Kurdistanê û Ewpopayê gelê me lidar dixe, divê bi awayekî radîkal herdemî bibin. Pêwîste gelê Kurd, dostên Kurdan û hemû derdorên hestyar, her cihê lê ye veguherînin qada têkoşînê. Li hemberî polîtîkayên faşîst û pêkanînên dewleta Tirk-hikûmeta AKP'ê yên ne kêmî pêkanînên 12'ê Îlonê ne, divê gelê me bi paş ve gavê neavêje, li ser bingeha xwedîderketina li nasname û pêşeroja xwe têkoşînê bilind bike. Li ser bingeha 'her qada têkoşînê bikin Kobanê' em bang li jinan, tevahiya gelê xwe û gelan dikin ku berxwedanê mezin bikin."