KJK: Ji bo bîranîna Arîn Mîrkan em berxwedanê mezin bikin
KJK: Ji bo bîranîna Arîn Mîrkan em berxwedanê mezin bikin
KJK: Ji bo bîranîna Arîn Mîrkan em berxwedanê mezin bikin
KJK'ê got, "Parastin û xwedîderketina Kobanê bi mezinkirina berxwedanê dibe" û bang li tevahiya jinan kir, ku bi mezinkirina berxwedanê re xwedî li bîranîna Arîn Mîrkan derkevin.
Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku ew berxwedana Kobanê ya destanî ku bi vîn, biryardarî û dildariyeke mezin a têkoşînê dewam dike silav dikin û got, "Di serî de hevala Arîn, li pêşberî bîranîna tevahiya rêhevalên şehîd ketine em bejna xwe bi rêzdarî ditewînin."
Koordînasyona KJK'ê di daxuyaniya xwe de got, "Berxwedana Kobanê, berxwedan û têkoşîna misogerkirina azadî û parastina hebûna gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn e. Ji ber vê yekê, Kobanê bi qasî ji bo gelê Kurd ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî jî ji bo jinan qeleha berxwedanê ye" destnîşan kir ku dorpêçiya DAIŞ'ê ancax bi xurtkirina eniya berxwedana hevpar a gelan û jinan, bê şikandin.
KJK'ê diyar kir ku dewleta Tirk û DAIŞ bi hevkarî hewl didin sînorê Pirsûs-Kobanê vala bikin û ev xal destnîşan kir:
"Bi bêdestekhiştina Kantona Kobanê re dixwazin vê dorpêçiyê bişidînin û şoreşê bifetisînin. Bi bandora hawanên ku bi zanebûn tên avêtin re, hewl didin di nava gel de tirs û panîkê biafirînin û yekane deriyê destekê yê ji bo Kobanê bigirin. Pêwîste gelê me, li dijî van polîtîkayên qirêj sekneke hîn bêtir hişyar û rêxistinbûyî nîşan bide, di vê dema bêhempa ya têkoşînê de bi her awayî berdêlan bide ber çavê xwe û biherike ser sînor. Divê gelê me yê li Bakurê Kurdistanê her gundî, her navçeyê, her bajarî veguherînin qada berxwedanê û rabin ser piyan. Pêwîste her der bibe Kobanê, Bakur bibe Kobanê. Ji bo jinan û gelê Kurd dem dema xwedîderketin û parastina hebûn, azadî û pêşerojê ye. Li ser bingeha berpirsyariyên vê demê, divê gelê me bi ruh, biryardarî û vîna têkoşînê ya rêheval arîn, têkoşînê radîkal û mezin bike."
KJK'ê da xuyakirin ku şervanên YPG/YPJ bîst û yek roj in berxwedaneke bi heybet nîşan didin û Fermandara YPJ'ê Arîn Mîrkan a li Miştenûrê çalakiya canfedayî lidar xist, bibîr anî. KJK'ê ji bo xwedîderketina li bîranîna Arîn Mîrkan banga mezinkirina berxwedanê li jinan kir û ev nirxandin kir.
"Berxwedana Kobanê di heman demê de berxwedana gelekî rêxistinbûyî ye. Berxwedana Kobanê ku cîhan bi tenê lê temaşe dike, bi çalakiya canfedayî ya rêheval Arîn Efrîn re, derketiye qonaxeke nû. Rêhevala Arîn a ku şikandina dorpêçiya Kobanê esas girt, bi vê çalakiyê re li dijî çeteyên DAIŞ'ê, di kesayetiya jinê de careke din vîn û hêza bi heybet û bêhempa ya berxwedanê nîşan daye. Berxwedana ji Bêrîtanan heta Zîlanan, ji Zîlanan heta Arînan bi hemû heybetiya xwe dewam dike, sekna jinê ya fedaî ye. Ev sekin, sekna jinê ya demê, sekna gel e. Gelê me yê li Bakur divê li ser bingeha vê sekna rêhevala Arîn, her qada Bakur veguherîne cihê têkşîna berxwedanê û serhildanê, xwedî li Kobanê derkevin. Divê ji bêwijdaniya demê re bibe wijdan, li hemberî bêdengiya mirovahiyê jî bide deng. Ji vê kêliyê û pê ve pêwîste her kes cihê lê ye veguherîne qada berxwedanê û berxwedana Kobanê mezin bike. Xwedîderketin û parastina Kobanê bi mezinkirina berxwedanê dibe. Divê berxwedan li ser sînor tacîdar bibe û li gelemperiay Kurdistanê belav bibe. Li ser vê bingehê di serî de jin em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku li ser bingeha xeta rêhevala Arîn xwedî li wezîfe û berpirsyariyên xwe yên dîrokî derkevin."