KJB: Rêveçûna pêvajoyê bi mercên Ocalan ve girêdayî ye

KJB: Rêveçûna pêvajoyê bi mercên Ocalan ve girêdayî ye

Koordînasyona Koma Jinên Bilind (KJB) xwest, Ocalan tavilê ji aliyê heyetek doktoran a serbixwe ve bê muayenekirin û got, "Eger şert û mercên tenduristî, ewlekarî û azadiyê yên Rêberê me bên sererastkirin, wê pêvajo çêtir bimeşe û bi ser bikeve. Di rewşeke berovacî de wê bixetime."

Koordînasyona KJB'ê bi wesîleya yekemîn salvegera Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê daxuyaniyek da û bal kişand ser şert û mercên tenduristî û ragirtinê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

KJB'ê da xuyakirin ku qonaxa yekemîn a pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk di 1'ê Hezîranê de temam bûye û derbasî qonaxa duyemîn bûne. KJB'ê got, "Rêber Apo, ji bo rêveçûna vê pêvajoyê xwestiye, derfet bên afirandin ku karibe bi parlamenter, parêzer û hêzên karibin feydê li pêvajoyê bikin hevdîtinê bikin û karibe bi tevgerê re têkiliyê deyne. Her weha ji bo pêvajo bimeşe bal kişandiye ser sererastkirina şert û mercên ewlekarî, tenduristî û azadiyê yên xwe. Lê belê hikûmeta AKP'ê berpirsyariyên pêvajoyê bicih neaniye û hînê hevdîtinan asteng dike."

Di daxuyaniya KJB'ê de ev xal hat destnîşankirin: "Hikûmeta AKP'e samîmî nêzî pêvajoyê nabe. Hewldanên sergerandinê yên AKP'ê, rê li ber fikaran vedike. Xemsariya li pêşberî pirsgirêkên tenduristiyê yên Rêberê me, israra AKP'ê ya di helwestên bêberpirsyar de nîşan dide. Tevî ku TTB û KCD'ê daxwaza heyeteke serbixwe ya doktoran kirine jî, hikûmeta AKP'ê bêdengiya xwe dewam dike. Ev rewş gelekî gumanbar û xetere ye. Ev hemû nîşan didin ku pêvajo bi pêş ve naçe û bi xeteriya xetimînê re rû bi rû ye. Rêberê me bi vîneke xurt, hewl dide pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk bimeşîne. Eger şert û mercên tenduristî, ewlekarî û azadiyê yên Rêberê me werin başkirin, wê çêtir bimeşe û bi ser bikeve. Di rewşe berovacî de ne mumkune pêvajo bi pêş ve biçe. Pergal û mercên Îmraliyê, pergaleke rizandinê ye. Mercên ewlekarî, tenduristî û azadiyê yên Rêberê me, xeta me ya sor e. Divê AKP di haya vê de be û bi cidî berpirsyariyên dikevin ser milê xwe bicih bîne."

Koordînasyona KJB'ê di serî de jin û ciwan bang li tevahiya gelê Kurd û hemû dostan kir ku di vê mijarê de bi pêwendîdar tevbigerin û nerazîbûna xwe di asta herî bilind de bînin ziman.

'ŞOREŞA ROJAVA PÎROZ BE'

Koordînasyona KJB'ê li ser şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî ev nirxandin kir: "Di 1. Salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê de, hemû deskevtiyên Şoreşa Rojava di serî de gelê me yê Rojava li tevahiya gelê Kurd pîroz be. Di kesayetiya 6 milîtanên azadiyê yên herî dawî di berxwedana Serêkaniyê de şehîd ketin, em hemû şehîdên şoreşê yên bi lehengî gihaştin şehadetê, bi rêzdarî bibîr tînin."

KJB'ê da xuyakirin ku ev şoreş li ser hîmên xurt bilind bûye û destnîşan kir ku şoreşa Rojava berhema ked û hewldana bîst salan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Di dewama daxuyaniyê de weha hat gotin: "Gelê me di nava du salan de nebû aliyê şer û di xeta xwe ya sêyemîn de israr kir. Li ser bingeha avakirina pergala Xweseriya Demokratîk û parastina wê de, berxwedaneke demokratîk û azadîperest, nîşan dide. Her weha ji bo Sûriyeyeke demokratîk jî perspektîf û helwesta xwe bi zelalî derdixîne holê. Li gel hemû êrîş, lîstik û komployan, vê xeta xwe bi biryardarî dimeşîne. Êdî dost û dijmin herkes dizane, ku xeta şoreşa Rojava xeta serketinê ye.

Di şoreşa Rojava de bi beşdariya çalak a jinên Kurd re careke din derket holê ku azadî û demokrasî bi pêşengiya jinê dibe. Hem li rojava hem jî di avakirina pergala xweseriya demokratîk de berdêlên mezin da û hînê dide. Li Rojava, di serî de jin û zarok tevahiya gelê me li gel zor, zehmetî û berdêlan, deskevtî qezenç kiriye. Ji bo ev hemû deskevtî mayinde bibe, pêwîstî bi amadekariya têkoşîneke berfireh heye. Divê Kurdên li herçar parçeyên Kurdistanê û derveyî welêt, xwedî li deskevtiya li Rojavayê Kurdistanê derkevin û bi vîna yekitiya netewî van deskevtiyan xurtir bikin.

Li ser vê bingehê em careke din şoreşa Rojava pîroz dikin û ji bo mayindebûyîna deskevtiyan diyar dikin ku emê bi her awayî di nava helwesteke piştgirîdayînê de bin."