KJB: Ji bo êşên hevpar ên jinan çareseriyeke hevpar divê

KJB: Ji bo êşên hevpar ên jinan çareseriyeke hevpar divê

Tevgera jinên Kurd KJB bi boneya 20’emîn salvegera wefata dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Uveyş Ocalan daxuyaniye weşand û diyar kir ku ji bo êşên hevpar ên jinan çareseriyeke hevpar divê. KJB’ê banga avakirina aşitiyê li hemû jinan kir.

Koordînasyona Koma Jinên Bilind (KJB) bi boneya salvegera koça dawî ya dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Uveyş Ocalan daxuyaniyek weşand.

KJB’ê got: “Em Dayika Uveyş ku temsîla jina berxwedêr a jina Amarayê dike, di 20’emîn salvegera koça wê ya dawiyê de bi bîr tînin.  Em bi minetdariyê bejna xwe li ber Dayika Uveyş a ku hevaleke ewqas rast ê jinan, rêberek ji bo gelê Kurd, hemû bindestan Rêber Apo aniye dinê, ditewînin.”

Koordînasyona KJB’ê diyar kir ku dayikên Kurd û Tirk êşên hevpar dijîn û got ku ji bo van êşên hevpar çareseriyeke hevpar divê.

KJB’ê bal kişand ku ji bo aşitiyeke bi rûmet û mayinde pêwîstî bi têkoşîna hevpar a dayikên Kurd û Tir heye û got: “Ji bo êşên hevpar ên jinên Kurd û Tirk pêwîstî bi çareseriyeke hevpar heye. Hevpariya di çareseriyê û pêşxistina demokratîk û û wekheviya gelan, divê dayikên me pêşengiyê bikin. Rêber Apo careke din bi hemleya mezin a azadiyê mizgîniyê daye dayikan. Divê dayikên me yên bi xem, lê baweriya wan xurt di pêvajoya nû de xwe bi awayeke xurttir rêxistin bikin û divê dayikên Kurd û Tirk bi awayeke hevpar têkolîna aşitiyê pêş bixin û bilind bikin. Di vê çarçoveyê de, di serî de dayikên me, em bang li hemû jinan dikin ku li ser esasê bîranîna Dayika Uveyş têkoşînê xurt bikin û aşitiyê ava bikin.”