Kişanak: Vekirina derî û qebûlkirina wan ne bes e

Kişanak: Vekirina derî û qebûlkirina wan ne bes e

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak diyar kir ku ji bo kesên ji ber şerî reviyane derîvekirin tenê ne bes e û got, "Divê pêdiviyên wan ên mirovî bêne dabînkirin." Kişanak da zanîn ku DAÎŞê hemû nirxên mirovahiyê dane bin piyên xwe û got, “Hêviya min heye, em ê vê hovîtiyê rawestînin.”

Serokê Giştî yê Tum Bel Senê Omer Salih Erol, Sekreterê Giştî yê Darayî Hanîfî Demîr, Hevserokên Şaxî yên Amedê Muhsin Uyanik û Gulay Tekîn ligel endamên desteya rêveber hatin serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin Gultan Kişanak û Firat Anli. Hevşaredarê Sûrê Seyit Narîn jî di serdanê de amade bû.

Serokê Giştî yê Tum Bel Senê Omer Salih Erol di serdanê de axivî û got ku di çarçoveya bernameya Şaxa Amedê de ew hatine serdanê. Erol got ku “Ez xelkê Derya Reş im, ji Rîzeyê me. Ji bo protestokirina qewmînên li Şingal û Kobanê em li vê derê ne.” Erol aşkere kir ku ew ê bi gelê Şingalê û Kobanê re bin û got, “Çi kurd, laz, çerkez, çi kesê dibêje ez mirov im, divê li dijî vê hovîtiyê dengê xwe bike. Divê li vê derê bi gelan re be.” Erol destnîşan kir ku wan serdana Kampa Êzdiyan a Amedê kiriye û ji bo hevkariya wê spasiya Şaredariyên Amedê kir. Erol got, “Divê hemû şaredariyên Tirkiyeyê weha tevbigerin.” Erol bal kişand ser dirindetiya DAÎŞê û got, “Ziman, dîn û nijada wan çi be bila bibe li wê derê dirindetiyek heye. Qîrîna gelekî heye ku ji zilm û zora DAÎŞê reviyaye. Nabe ku em hemberî vê bêalî bin. Wek Tum Bel Sen, ji bo gelê êzdî çi ji destê me bêt em ê wê bikin. Em nahêlin ku gelek tune bibe.”

Serokê Tum Bel Senê Erol got, “Min li cihê wê dît agir bi dilê min ket” û diyar kir ku penaberên li Kampa Êzdiyan piranî zarok in û got, “Li pêşiya me zivistan heye. Gelek ji wan nexweş in. Piraniya gel şerpeze ye. Gelekê wan bav, bira, xwîşk, kek û dayika wan hatiye kuştin. Ji komkujiyê reviyane û xwe spartine vê derê.”

Erol diyar kir ku divê Tirkiyeyê xwedîtiyê li van kesan bike û got, “Divê her kes dilê xwe li van qîrîn û hawaran veke û guhê xwe bide vê nalînê, bi taybetî divê dewlet piştgiriya wan bike. Yanî dibêjin, ‘me derî vekir, bes e’ em vê gotinê rast nabînin.” Erol got ku bi madî û manewî çi ji destê wan bêt ew ê bikin.

KIŞANAK: DIVÊ HER KES BI HAWARA WAN BÊ

Hevşaredara Bajarê Mezin Gultan Kişanak jî daxuyand ku bawerî, nasname û çanda wan çi be jî mafê her mirovî heye ku bi rûmeta xwe azad bijî û got, “Mafê her kesê ye ku li welatê xwe bijî. Mixabin piştî êrişa bi ser êzdiyan wan terka Şingalê kir û bi rê û dirban ketin. Ji qirkirineke mezin filitîn û xwe spartin vê derê.” Kişanak bi bîr xist ku ev penaber 15 rojan di riyan de bi tî û birçî hatine û weha axivî: “Bi alîkariya rêveberiyên xwecihî, rêxistinên civaka sîvîl, gelê me û kesên dilxwaz, me kêm be jî hewl da ji bo wan warekî manê ava kir. Ev pirsgirêkeke wijdanê ye, her kesê piçekî be jî xwedî wijdan be, divê guhê xwe bide vê hawarê. Me ev kir lê xwedî derfetên me pirtir bûna, me bêhtir bikira. Hêj me birînên Şingalê dipêçan, îja Kobanê bi ser de hat.

Kişanak bal kişand ku li gorî jimareyên saziyên navneteweyî heta niha bi hezaran kes bêseroşûn in û weha got, “Jin bêseroşûn in, kes nizane çi hatiye serî û kesên ev wehşet pêk aniye di medyaya xwe ya civakî de vê nîşan didin. Ew dibêjin, me ew jin wek cariye belav kirine û derxistien bazarê. Li Kobanê, bi saya pêjinkariya civakî qenebe rê li trajediyeke weha hate girtin. Lê hê xeter bi dawî nebûye. Ji bo sivîl zirarê nebînin, jin û zarok zirarê nebînin her kes seferber bû.” Kişanak got, “Tenê bi vekirina derî û anîna van kesan mesele hel nabe” û bal kişand ku pêdiviyên mirovîn ên van kesan hene û weha domand:

HEMÛ NIRXÊN DEMOKRATÎK BINPÊ DIKIN

Gultan Kişanak bal kişand ku vê gavê êrişeke herî dirinde ya dîroka mirovahiyê li dar e. Kişanak diyar kir ku di tarîtiya Sedsala Navîn de, wexta Faşîzma Hîtler dirindetiyeke bi vî rengî qewimiye, ev çete bo hemû gelên Rojhilata Navîn xeter in û got, “Ji ber vê jî em vê wek erdeke mirovî û wijdanî dibînin. Divê em berevaniya nirxên mirovahiyê bikin. Ji ber ku di dîrokê de mirovan ji bo rê li dirindetiyên weha bigirin gelek têkoşiyan. Û hinek nirxên demokratîk peyda bûn. Hinek rêgez û pîvan peyda bûn. Niha êrişek ji bo serebinkirina vana tevan heye. Ev êrişa bi ser Rojhilata Navîn bi ser nasname û komekê nîn e, êrişeke bo ser hemû nirxên mirovahiyê. Ji ber vê jî bo xwedîderketina li siberoja xwe, divê em vê wehşetê rawestînin. Nexwe pey bi pey ew dê me hemûyan bikêşe nav bîra xwe ya tarî ya bêbinî.”

EM Ê VÊ DIRINDETIYÊ RAWESTÎNIN

Kişanak ji ber dilsoziya wan, spasiya sendîkagerên mêvan kir û got, “Di şexsê we de, ez spasiya hemû sendîkagerên Tirkiyeyê dikim. Li hemberî vê dirindetiyê, divê her roja paştir em hêviya xwe geştir û hevgirtina xwe xurttir bikin. Hêviya min heye, em ê vê wehşetê rawestînin. Divê em rawestînin, çi riyeke me ya dîtir nîn e.”