Keştiya diçe Îmraliyê dîsa "xerabe" ye

Keştiya diçe Îmraliyê dîsa "xerabe" ye

Serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo hevdîtinê, careke din bi hinceta "keştî xerabe ye" hat redkirin.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêzan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç, ji bo sibê bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin serî Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê belê bersiveke neyînî ji wan re hat dayîn. Ji parêzeran re hat ragihandin ku ji ber "keştî xerabe" ye hevdîtin wê pêk neyê.

Hêjayî gotinê ye, ji 27'ê Tîrmeha sala 2011'an û vir ve bi hincetên cûda destûr ji parêzeran de nayê dayîn ku bi muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.