Keşfên artêşa Tirk didomin
Keşfên artêşa Tirk didomin
Keşfên artêşa Tirk didomin
Keşfa balafirên bêmirov a li ser Herêmên Parastinê yên Medya her diçe zêde dibe.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê (NRÇ HPG) diyar kir ku keşfa balafirên bêmirov a li ser Herêmên Parastinê yên Medya didomin. NRÇ HPG der barê keşfên 6-7’ê Mijdarê de ev agahî da:
“7’ê Mijdarê saet di navbera 08.00 û 16.30’an de li qada Sumbul a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê balafirên bêmirov ên aîdî artêşa Tirk bi awayekî zêde firiyane. Ev gerên keşfê li herêmên me yên Parastina Medya her diçe didome.
6’ê Mijdarê saet di navbera 09:00 û bi şev 00:00 de li herêma me ya Xakurkê, ji 7’ê Mijdarê saet 21.00’ê heta 8’ê Mijdarê (îro) saet 02.30 li qada Gostê balafirên bêmirov geriyane.
Keşfên bi balafirên bêmirov 7’ê Mijdarê di navbera saet 09:30 û 15:30’an de li herêma Zapê û dîsa heman rojê saet ji 15.30 heta 8’ê Mijdarê (îro) bi awayekî bi navber balafirên bê mirov li ser herêma me geriyane.
LI KERBORANÊ KEMÎN
HPG diyar kir ku ev hefteyeke dawî ye artêşa Tirk li navçeya Kerboran a Mêrdînê bi wesayîtên zirxî kemînan datîne û berdewam dike.
LI ERÛH OPERASYON
NRÇ HPG, da xuyakirin ku 6’ê Mijdarê danê sibehê li herêma ji qada Nevala Nê heta gundê Êrsê yê girêdayî Erûh ê Sêrtê bi tevlîbûna cerdevanan artêşa Tirk operasyonek li dar xist. Hat ragihandin operasyona ku gundiyên debara xwe bi bazirganiya sînor jî dikin ku digire nav xwe piştî nîvro vekişiyaye.