Kesên li Wan û Farqînê hatibûn binçavkirin hatin berdan

Kesên li Wan û Farqînê hatibûn binçavkirin hatin berdan

Li Wanê û Farqînê 19 jê zarok 32 kesên di çalakiyên şermezarkirinê yên li hember êrîşên çeteyên DAIŞ de hatibûn binçavkirin hatin berdan.

 Li Wanê di çalakiya şermezarkirina çeteyên DAIŞ’ê û piştgiriya AKP’ê ya ji bo çeteyan de bi pêşengiya rêxistina DBP’a Wanê rastî astengiya polîsan hatibû û di encama bûyeran de 8 jê zarok 16 kes hatibûn binçavkirin. 8 zarok piştî Şaxa Zarokan a Emniyeta Wanê bi şev hatin berdan. 8 kesên din ên hatibûn binçavkirin jî piştî îfadeyên wan hatin girtin hatin berdan.

Li navçeya Farqînê ya Amedê duh di çalakiya şermezarkirinê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de 11 jê zarok 16 kes bi darbkirinê hatibûn binçavkirin. Piştî ku zarok derxistin Serdozgeriya Komarê ya Farqînê 8 kes hatin berdan û 6 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê 6 kes piştî ku îfadeyên wan girtin, serbest berda.