Kesek li Amedê hate girtin

Kesek li Amedê hate girtin

Ji 6 kesên li Parka Koşuyolu ya Amedê piştî êrîşa polîsan ya li hemberî çalakiya bibîranîna 14'ê Tîrmehê hatibûn binçakirin, kesek hate girtin.

Li Amedê di 13'ê tîrmehê de bi boneya bibîranîna Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê li Taxa Kaynartepeyê meşek hatibû lidarxistin û piştî êrîşa polîsan 6 kes hatibûn binçavkirin. 6 kesên duh derxistin pêşberî dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Piştî darizandinê ciwanê bi navê Welat Tufek hate girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa D ya Amedê.