Kesê di êrîşa Amedê de birîndar bû jiyana xwe ji dest da

Kesê di êrîşa Amedê de birîndar bû jiyana xwe ji dest da

Li Amedê kesekî bi navê Suleyman Kaya yê 19 salî di encama êrîşa çekdarî ya endamên Hizbulkontra de jiyana xwe ji dest da.

Li Amedê kesekî di encama êrîşa çekdarî ya endamên Hizbulkontra de birîndar bû jiyana xwe ji dest da. Suleyman Kaya yê 19 salî ku li Caddeya Lezgîn Avci ya li Taxa Baglar 5 Nîsan rastî êrîşa çekdarî hat, ji aliyê kesên derdorê ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyubî. Lê Kaya nehat rizgarkirin, jiyana xwe ji dest da.

Cenazeye Kaya ji ber li ser wî ji dervey nasnameyê tiştek din nebû nikarîn xwe bingehînin malbata wî li morga nexweşxaneyê tê ragirtin.