Kerry: Ev xwîna bi salane dirêje dikare bi bi dawî bibe

Kerry: Ev xwîna bi salane dirêje dikare bi bi dawî bibe

Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Joh Kerry ku ji bo hinek hevdîtinan hatibûn Stenbolê, diyar kir ku ew piştgiriyê didin ‘çekdanîna PKK’ê û got: “Cesaret û biryar pêwist e. Ev xwîna ku bi salane dirêje dikare bê rawestandin.”

Kerry di serdana xwe ya fermî ya Tirkiyeyê de, bi Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davutoglu re hevdîtin kir. Kerry û Davutoglu li Koçika Çiragan hatin cem hev û piştî hevdîtina ku saetek û nîvê berdewam kir, daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Kerry der barê pêvajoya nû de nirxandin kir û wiha got: “Ev pêvajoya aştiyê dibe ku jiyana Tirkiyeyê biguherîne.” Kerry da zanîn ku ew piştgiriyê didin hewldanên ‘çekdanîna PKK’ê û got: “Ev xwîna ku bi salane dirêje dikare bi dawî bibe.”

Wezîr Kerry wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Tirkiyeyê ev bi salane şer didome.  Ev pêvajoya dawî dibe dê jiyanê biguherîne.  Em heyranê hewldana Tirkiyeyê ne.  Em piştgiriyê didin çekdanîna PKK’ê.  Biryar û cesaret divê. Ev xwîna ku bi salane dirêje dibe ku bi dawî be.”

Kerry di berdewamiya axaftina xwe de got ew piştgiriyê didin polîtîkaya Tirkiyeyê a der barê Suriyeyê û der barê  têkiliya navbera Israîl û Tirkiyeyê de jî got di navbera her du welatan de pêvajoyek bi fêde dest pê kiriye.