Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) destek da lihevkirina ji bo qedandina pirsgirêka hikûmetê ya li Lîbyayê. Di pêşnûmeyek li KENY hat qebûlkirin de hat destnîşankirin, ku divê hikûmeteke lihevkirina neteweyî bê avakirin.
Li şûna du hikûmetên cuda yên li Trablûs û Tobrûkê, di 17'ê Kanûnê de li bajarê Fas Skhîratê peymanek hatibû morkirin ku li paytext Trablûsê hikûmeta yekîtiya neteweyî were avakirin.
Di pêşnûmeya li KENY hat qebûlkirin de tê gotin ku divê hikûmeta Lîbyayê bi rê ve bibe, navenda xwe li Trablûsê be û tê xwestin, ku Konseya Serokatiyê ya hatiye avakirin di nava 30 rojan de hikûmeta nû ava bike. Di pêşnûmeyê de her wiha tê xwestin, hikûmeta nû hemû derdorên siyasî yên li Lîbyayê ji hev belav bûne li hev bîne.
Eger li Lîbyayê hikûmeta lihevkirina neteweyî bê avakirin, ev ê li nava Neteweyên Yekbûyî weke yekane nûnerê fermî yê vî welatî bê qebûlkirin. Hikûmeta nû, ji bo têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê û rêxistinên çete, destekê ji Neteweyên Yekbûyî bixwaze.
DAIŞ ku ji sala 2011'an û vir ve ji rewşa kaosê ya welêt sûdê werdigire, yek ji bajarên girîng ê vî welatî Sîrte û derdora wê dagir kiriye. Li vê derê ji 2 heta 3 hezar endamên DAIŞ'ê hene, ku piraniya van ji biyaniyan pêk tê.