KENY pêşniyarên Fransayê qebûl kir
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) hemû xalên Fransayê ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ'ê pêşniyar kir, qebûl kir û got, "Divê hemû tedbîrên pêwîst werin wergirtin."

Di pêşniyara çareseriyê ya li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya qebûlkirin de hat gotin, "Bi taybetî li ser herêmên Iraq û Sûriyeyê yên di bin kontrola DAIŞ'ê de ne, divê welatên endam tedbîrên navneteweyî werbigirin."
Her wiha hat destnîşankirin, ku girîng e welatên endam ji bo pêşîgirtina li êrîşên terorîst, hewldanên xwe bi du qatan zêde bike. Konseya Ewlekariyê DAIŞ weke "Di tevahiya herikîna dîrokê de rêxistina ku herî zêde gefê li ewlekariya navneteweyî û aştiyê dixwe" pênase kir.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Laûrent Fabîûs, biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî silav kir û got, "Niha jî ya pêwîst ew e ku hemû welat ji aliyê leşkerî ve dest bi têkoşînê bikin û ji aliyê siyasî ve jî pêşî li fînansekirina DAIŞ'ê bigirin."
Di pêşniyarnameya Konseya Ewlekariyê de, li ser destwerdaneke leşkerî ya Neteweyên Yekbûyî, agahî nehat dayîn. Lê belê wê ji aliyê siyasî ve kampanya bên organîzekirin.