Kemalîzade: Kongre wê nîşan bide ku Kurd yek netew e
Kemalîzade: Kongre wê nîşan bide ku Kurd yek netew e
Kemalîzade: Kongre wê nîşan bide ku Kurd yek netew e
Hevserokê KNK'ê Tahir Kemalîzade destnîşan kir ku cihê kêfxweşiyê ye îro Rêberên Kurdan Ocalan, Barzanî û Talabanî di nava hewldana afirandina yekitiyê de ne û got, "Bi vê kongreyê re, wê ji hemû welatên Ewropa, Emerîka û dewletên herêmê re bersiv were dayîn ku Kurd yek netew e û Kurdistan welatê me ye."
Hevserokê KNK'ê Tahir Kemalîzade ku di civîna duh a ji bo amadekariya Kongreya Netewî ya Kurd de amade bû, bal kişand ser hesreta sedan salan a Gelê Kurd ji bo yekitiya netewî û destnîşan kir ku gelê Kurd pêvajoyeke dîrokî dijî.
Kemalîzade bibîr xist ku ji bo afirandina yekitiya netewî ya Kurdan, wan di destpêka salên 1990'î de li Ewropayê bi çend siyasetmedarên Kurd Remzî Kartal, Zubeyîr Aydar re Parlamentoya Kurdistanê li derveyî welat ava kirin û anî ziman ku tevî armanca vê rêxistinbûyînê avakirina sîwaneke ji hemû hêzên çar parçeyên Kurdistanê bû jî, bi tenê ji Bakurê Kurdistanê beşdarî çê bû, lewma ne gihaşt armanca xwe.
Kemalîzade ragihand ku di encama xebatên navbera salên 95 û 99'an de bi armanca avakirina Kongreya Netewî ya Kurdistanê, komîteya hevgirtin û peywendiyê hatiye avakirin û li gel hemû kes û partiyên Kurdan ên derveyî welat têkilî danîne.
Kemalîzade diyar kir ku heta sala 99'an amadekariyên di vî warî de gihaştin asteke xurt, lê ji ber hin pirsgirêkan bi tenê PDK'ê cihê xwe di nav de negirt. Kemalîzade got, "Her çendî derfet kêm bûn jî di sala 1999'an de bi Serokatiya Îsmet Şerîf Wanlî, Kongreya Netewî ya Kurdistanê hat damezrandin. Li hemberî ew dijminên gelê Kurd bû bersivek. Ji bo gelê Kurd di aliyê fikra netewî de li seranserê Kurdistanê bû weke mînak û dîrokek. Ev jî bo dagirkeran bû mînakek ku Kurdistan yek welate."
'KONGREYA 13. A KNK'Ê HÊVIYA YEKITIYA NETEWÎ MEZIN KIR'
Kemalîzade da xuyakirin ku li gel hemû hewldan û bangên wan heta kongreya 10 û 11. ji tevahiya Kurdistanê beşdarî li kongreyê çê nebû û gt, "Herî dawiyê, li gel ew partiyên Başurê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê jî gelek gûherîn çêbûn, hatin tevlî kongreyê bûn. Heyanî gelek tenê bi şêweyê mêvan jî dihatin lê dîsan jî me ev yek baş didît û gavek gelek baş bû. Ev yek jî bû sedem ku di nava kongreyê de baweriyek çê bibe. Ev jî Kongreya dawî ya 13. bû. Cara yekemîn PDK bi awayekî fermî tevlî kongreyê bû. Her weha peyama Birêz kek Mesûd Barzanî ji bo kongreyê hate xwendin û ku tê de piştevaniya kongreyê dikir. Ev ji bo me gelek baş bû. Ji bo ku ew çend talanî û berdilên Kurdan dane ji bo rojek wiha, rojek yeketiya netewî çêbibe û hemû dinya jî vê yêkê bipejirîne. Ev bû gavek ku guherîn li Rojhilata Navîn çê bibe."
Hevserokê KNK'ê Tahir Kemalîzade destnîşan kir ku gelê Kurd îro ji her demê zêdetir, hem di warê aborî hem jî di warê siyasî de xwedî hêzeke mezin e.
'KONGRE WÊ JI HERKESÎ RE NÎŞAN BIDE KU KURD YEK IN'
Kemalîzade got, "Îro jî ev Kongreya Netewî li ser pêşniyara birêz Abdullah Ocalan û ji Şêx Ûbeydilahê Nehrî heyanî peymana Sê Sonûr û li gel hewildanên hemû partiyên din e. Em êdî gihiştîne wê astê û xwedî baweriyekî mezinim. Ji ber ku ew hemû rêxistin, partî, kesên rewşembîr û siyasetmedar, rêxistinên olî ku beşdarî kongreyê bûn, bi hêvî û armanca rojek wiha bûn. Kesê ne ji bo desthilatdariya xwe bû. Yan jî hikmetek ji bo xwe ava biken. Weke ku hemû hewildanên birêz Mesûd Barzanî, hemû xebat û hewildanên birêz Ocalan ku li zindanê de ew çendî xebat û hewildan dike û li gel birêz mam Celal û hemû aliyên din ên Kurdî armanca yeketiyekî netewî ye. Ji bo wê jî xwedî baweriyekî mezinim ku ev kongreya netewî wê çêbibe û wê ji bo hemû dewletên din yên weke Ewropa, Emerîka û cûda dibe bersiv ku em Kurd hene, Kurdistan welatê meye û em yêk netewîn. Hêvî û baweriya min mezine û hemû gelê Kurd jî xwedî baweriyekî wihaye."