Kedkarên tenduristiyê: Korîdorê vekin em biçin Kobanê
Kedkarên tenduristiyê: Korîdorê vekin em biçin Kobanê
Kedkarên tenduristiyê: Korîdorê vekin em biçin Kobanê
Li Kobanê ku hemû nexweşxane ji aliyê çeteyên DAIŞ hatine bombekirin, kedkarên tenduristiyê bersiv dan banga, “pirsgirêka doktor û derman” a Kobanê. Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya SES’ê Fîkret Çalagan, xwest tavilê korîdorek bê vekirin û got, “Eger korîdor vebe, em dixwazin biçin Kobanê xizmetê bikin.”
Doktor welat Xelîl Omer ê li Kobanê birîndaran tedawî dike ku banga, “Pêwstiya me bi doktor û dermanan heye” kedkarên tenduristiyê bersiv dan bangê. Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya SES’ê Fîkret Çalagan ku bal kişand ser pirsgirêkên tendristiyê yên li Kobanê, diyar kir ku pêwîst e bilez korîdoreke tenduristiyê bê vekirin. Çaglayan têkildarî mijarê wiha axivî: “Li wir pirsgirêkên tenduristiyê zêde ne. Divê derman û kelûpel bên şandin. Ekîbeke bi sedan kesan heye ku dixwaze biçe li Kobanê bixebite. Divê êdî ew korîdor bê vekirin.”
Çaglayan destnîşan kir ku li Kobanê gelek birîndar ji ber zêde xwînê winda dikin jiyana xwe ji dest didin û got ku pêwîst e bilez xwîna taze ji Kobanê re bê şandin.
Çaglayan herî dawî xwest li nêzî deriyê sînor nexweşxaneyeke sahra bê avakirin.