KCK: Kobanê ji bo nirxên hevpar ên mirovahiyê li ber xwe dide

KCK: Kobanê ji bo nirxên hevpar ên mirovahiyê li ber xwe dide

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir ku berxwedêrên Kobanê, li dijî dijminê hevpar ê nirxên mirovahiyê DAIŞ'ê, ne tenê ji bo xwe, di serî de gelên Rojhilata Navîn ji bo tevahiya nirxên azadî û demokrasiyê li ber xwe didin û got, "Ev berxwedan, heta Kobanê bi temamî ji çeteyên faşîst bê paqijkirin û Rojava ya azad-Sûriyeye demokratîk biafire, wê dewam bike."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku şoreşa Rojava ji roja destpêkê ve di hedefa dewleta Tirk de ye û bibîr xist ku komên ji dewleta Tirk destekê digirin êrîşî Serêkaniyê kirine û Serêkaniya ser xetê jî ji xwe re weke eniyeke vegerê, bikar anîne.

'DAIŞ A BI TIRKIYEYÊ RE XWEDÎ HEMAN ÇARENÛSÊ YE, NEGIHAŞTIYE ARMANCA XWE'

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku şoreşa Rojava ya weke waheyek demokrasî û azadiyê li Rojhilata Navîn derket holê, ji roja destpêkê ve rastî êrîşan hatiye. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku êrîşa destpêkê ya mezin ji aliyê komên ji dewleta Tirk destekê digirin ve li hemberî Serêkaniyê hatiye kirin û got, "Serêkaniya ser xetê ya di nava sînorên Tirkiyeyê de ye, eniya paş bikar anîne û her roj êrîşî Serêkaniyê kirine. Lê hêzên YPG û YPJ'ê bi berxwedaneke lehengî, hêzên ji Serêkaniya ser xetê hatin û xwestin Serêkaniya bin xetê dagir bikin, ji qadê derxistine û avêtine. Lê belê Tirkiye ya bi çavê dijminahiyê li Şoreşa Rojava dinêre, piştre DAIŞ ajotiye ser Şoreşa Rojava. DAIŞ'ê li her cihê êrîşî Şoreşa Rojava kiriye, têk çûye. Li hemberî DAIŞ a piştî dagirkirina Mûsilê êrîşî Şengal, Mexmûr û Kerkûkê kir, li hemberî xwe gerîlayên YPG/YPJ û HPG dîtiye. DAIŞ a ji aliyê Tirkiyeyê ve tê destekkirin û bi Tirkiyeyê re xwedî heman çarenûsa hevpar e, di van hemû êrîşên xwe de negihaştiye armanca xwe."

'LI KOBANÊ EV 35 ROJ IN LEHENGIYA HERÎ MEZIN A DÎROKÊ TÊ NÎŞANDAN'

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin, ku DAIŞ a li hemberî gerîlayan windahiyeke mezin da, pişta xwe daye têkiliya xwe ya bi Tirkiyeyê re û hêzeke mezin li derdora Kobanê civandiye, dest bi êrîşa dagirkirina Kobanê kiriye. Hevserokatiyê got, "Li bendê bûn ku Kobanê ya hat dorpêçkirin di nava çend rojan de têk biçe, lê Kobanê ev 35 roj in bi yek ji lehengiyên herî mezin ên dîrokê, li ber xwe dide. Li gel vê berxwedana Kobanê, bi Kurd, Tirk, Çerkez, Laz, Ereb û Ermeniyan re hemû gelên Tirkiyeyê destekeke mezin amoralê dane û ev têkoşîn xurtir kirine. Tevî desteka moralê, bi desteka lehengên mîna Paramaz Kizilbaş nê di vê berxwedanê de canê xwe feda kirine re, hêzeke mezin li Berxwedana Kobanê hatiye zêdekirin.

'HEMÛ BEŞÊN CIVAKÊ HÊZ DAN BERXWEDANÊ'

Desteka gelê Tirkiyeyê ya di vê berxwedanê de, di asta teqdîrê de ye. Jin, ciwan, bindest, sosyalîst, demokrat û hemû beşên civakî yên baweriyan ên Tirkiyeyê, piştevaniya Kobanê kirine, hêz li vê berxwedanê zêde kirine. Elewî bûye yek ji beşên civakî yên herî zêde hêza moralê daye vê hêza berxwedanê. Elewî, hêjayî dîroka xwe ya alîgiriya bindestan, li cem Berxwedana Kobanê cih girtine.

Li dora berxwedana Kobanê yekbûna hemû hêzên şoreşger û demokratîk ên li Tirkiyeyê, nîşandana helwestek alîgiriya Şoreşa Rojava û têkoşîna wan a di vî warî de, ji aliyê dîroka azadî û demokrasiyê ya Tirkiyeyê ve jî, pêvajoyeke nû daye destpêkirin. Berxwedana Kobanê hemû dînamîkên dikarin Tirkiyeyê demokratîk bikin û pirsgirêka Kurd çareser bikin derxistiye holê û aniye cem hev. Bi taybetî Tevgera Azadiyê ya Kurd û hêzên demokrasî û şoreşger ên Tirkiyeyê di têkoşîna hevpar a li dora Berxwedana Kobanê de civandiye û vê yekê hikûmeta AKP'ê tirsandiye, hejandiye. AKP dema herî zehmet a desthilatdariya xwe ya 12 salan jiyaye. Bendên ku hêzên kûr û taybet bi dehan salan e hewl didin di navbera gelên Tirkiyeyê û gelê Kurd de çêbikin, hatine hilweşandin. Bi vî rengî, di kişandina bala tevahiya cîhanê ya ji bo Berxwedana Kobanê de, hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyî bûne xwedî roleke girîng."

'ELEQEYA GELÊN CÎHANÊ YA JI BO KOBANÊ DESTEKEK MEZIN DERXIST HOLÊ'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li hember DAIŞ’a bûye bela serê gelên Rojhilata Navîn bi berdêlên mezin ku berxwedan tê pêşxistin di nav raya giştî ya cîhanê de deng vedaye û wiha hat gotin, “Eleqe û desteka gelên cîhanê ji bo berxwedana Kobanê li hundir û derve hestyarî û destekeke mezin derxistiye holê.

Berxwedana Kobanê ya bi van piştgiriyan tê bihêzkirin roj bi roj wê DAIŞ’a faşîst bi vê berxwedana xwe bifetisîne û têk bibe.

Em di serî de tevayî hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyî, jin, kedkar û Elewiyan tevayî komên baweriyan ên hêz û piştgiriyeke mezin didin berxwedana Kobanê silav û spas dikin. Dîsa em li ser navê gelê xwe her gel û hêza siyasî ya piştgiriya siyasî û çekan didin YPG û gelê Kobanê yê li hember faşîzma DAIŞ di nav berxwedanê de spas dikin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ku got, “Berxwedêrên Kobanê li hemberî DAIŞ’a dijminê hevpar ê tevayî nirxên mirovatiyê, ne tenê ji bo xwe di serî de gelên Rojhilata Navîn ji bo hemû nirxên demokrasî û azadiyê li ber xwe didin” diyar kir heta Kobanê bi temamî ji çeteyên faşîst bê paqijkirin, Rojavaya azad û Sûriyeya demokratîk bê avakirin wê ev berxwedan bidome.