KCK: Girîngiyeke taybet a vê 4’ê Nîsanê heye

KCK: Girîngiyeke taybet a vê 4’ê Nîsanê heye

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya 64’emîn Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û got: “Pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê ya ku piştî Newroza 2013’an gelek girîng e.  Gelê me ku di çarçoveya  roja vejîna Rêber Apo de meşa ji bo Amarayê pêk tîne, tevlibûna bo vê meşê tê wateya xwedîderketina li peyama Rêber Apo ya di Newrozê de.”

KCK bi daxuyaniyeke nivîskî 4’ê Nîsanê pîroz  kir û Gelê kurd ji bo meşa Amara derketiye rê silav kir.

Peyama KCK’ê wiha ye: “64’emîn Rojbûna Rêber Apo ku afrînerê qezenckirina nirxên gelê me ye û rêberê Tevgera Azadiyê ye, li Rêbertiya me û hemû gelê me pîroz be.

4’ê Nîsana 1949’an ji bo gelê kurd pêvajoyeke vejînê ya kurd e.  Dîroka azadiya jinê û gelê me li Kurdistanê, rastî guherîneke dîrokî û bi kok hatiye.  Rêber Apo ji gundê ku hatine dinê dest pê kiriye û ketiye pey evîna azadiyê. Bi gotina ‘min îxanet li xaleyên xwe yên zarokatiyê nekir’ israra xwe şênber kir û di heman demê de bûye sedema vejîna mirovahiya azad.  Ev vejîna ji 4’ê Nîsanê dest pê kir û berdewm kir, li Mezopotamyaya Qedîm tovên xwe çandiye û nêrîn û ruhê koledariyê bi awayekî berfireh guhertiye.

Di vê esasê de gelê kurd yê di kemîna qikirinê de bû, li dijî tunebûnê berxwedana  mezin a hebûnê  bi îdeolojî û pergala nêrîn Rêber Apo pêngav bi pêngav pêş xistiye û  ketiye pêvajoya qezenckiriya azadî û pêjerojê. Zarokekî ku li Amarayê di nava xizaniyê de mezin bû, li Amarayê serhildana destpêkê pêk anî û niha îro bûye îradeya mîlyonan kesî. Ji ber vê sedemê  vejîna Rêber Apo vejîn lêgerîna azadiyê ye, destpêkirina pêvajoya vejîna civaka nû ye.

Gelê me ji bo ku dilsoziya xwe ya ji bo Rêber Apo mezintir bike her sal ber bi Gundê Amara pêk tîne.  Gelê me yên ku bedelên dan ber çavan û di vê rê de şehîda dan, jî dîsa her sal bi pêşengiya saziyên civaka sivîl meşa Amarayê pêk tînin.

Piştî Newroza dîrokî ya 2013’an  pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê gelek girîg in.  Gelê me di çarçoveya roja vejînê ya Rêber Apo de dê meşa ber bi Amarayê ve pêk bînin û tevlibûna meşê dê xwedî derketina li Deklerasyona Çareseriya Demokratîk a dîrokî be.  Bila neyê jibîrkirin ku xwedî derketina li perspektîfê xwedî derketina li pêşerojê ye. azadiya Rêber Apo Azadiya gelê me, azadiya gelê me azadiya Rêber Apo ye.

Di vê esasê de em di şextê Mahsum Karaoglan û Mustafa Dag de  em hemû şehîdên xwe bibîrtînin û em hemû gelê ku berbi Amarayê ve derketin rê silav dikin.