KCK: Gelê Rojava rûmeta Kurdan e
KCK: Gelê Rojava rûmeta Kurdan e
KCK: Gelê Rojava rûmeta Kurdan e
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê êrîşên çeteyên El Qaîde yên bi "Maskeya Îslamê" li dijî Rojavayê Kurdistanê, weke dijminahiya Kurd û dijminahiya demokrasiyê bi nav kir. KCK'ê got, "Gelê Rojava namûs û rûmeta Kurdan e" û bang li Kurdan û gelên din ên herêmê kir ku şoreşa Rojava biparêzin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, li dijî êrîşên komên ser bi El Qaîdeyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê bi tundî nerazîbûn nîşan da û bersiv da daxuyaniyên hikûmeta AKP'ê yên der heqê Rojavayê Kurdistanê de. KCK'e ji bo daxuyaniya Recep Tayyip Erdogan a digot "Sebra me nema" KCK'ê bersiva "Eger xweranegirtin û bê sebir hebe, sebra tevahiya Kurdan nemaye" da.
DIJMINAHIYA LI KURDAN, DIJMINAHIYA ŞOREŞÊ YE
KCK'ê der heqê bûyerên li Rojavayê Kurdistanê rû didin de ev daxuyanî da: "Di 1. salvegera şoreşa gel a Rojavayê Kurdistanê de, ji aliyekî ve çeteyên bi maskeya Îslamî yên dibêjin ser bi El Qaîdeyê ne, ji aliyê din ve jî dewleta Tirk dest bi kampanya êrîşan a li dijî Kurdan kirin. Êrîşa li dijî hêza herî demokratîk a Sûriyê Kurdan, hem dijminahiya Kurd e hem jî dijminahiya demokrasiyê ye. Eger wê li Sûriyê guhertineke demokratîk û rêveberiyeke demokratîk pêk were, hêza vê ya bingehîn Kurd e. Ji lewra dijminahiya li Kurdan dijminahiya li şoreşê ye.
Li Sûriyê, Kurd ji mafên xwe yên bingehîn ên netewî û demokratîk bêpar dijiyan. Ji ber vê yekê bi dehan salan ji bo mafên xwe têdikoşiyan. Bi taybetî di nava deh salên dawî de bi sedan ji wan li zîndanan hatin bicihkirin. Sûriye û Tirkiyê hevkarî dikirin û dijminahiya têkoşîna demokrasî û azadiyê ya Kurdan dikirin. Lewma, dema krîza siyasî ya li Sûriyê rû da, yê destpêkê ket nava tevgerê gelê Kurd bû. Ji ber ku berê bi rêxistinbûn, di demeke kurt de bûn hêza bingehîn a demokrasî û şoreşa Sûriyê. Bêguman dema gelên li Sûriyê ji bo demokrasî û azadiyê ketin nava tevgerê, yê destpêkê rabûya ser piyan Kurd bûn. Destpêkê rêxistinbûyîna xwe xurt kirin. Hêzên xwe yên parastina rewa ava kirin, dûre saziyên dewletê ji axa xwe avêtin û dest bi rêveberiya xwe kirin.
TIRKIYÊ ÇETEYÊN BI MASKEYA ÎSLAMÊ AJOT SER KURDAN
Tirkiyeya ku dibêje ew piştgiriyê dide tevgerên gel li Sûriyê, ji bo pêşî li rabûna ser piyan a Kurdan bigire, serî li her rê û rêbazê da. Ji aliyekî ve hewl da yekitiya Kurdan asteng bike, ji aliyê din ve jî çeteyên bi maskeya Îslamê yên xwedî dikir, ajot ser Kurdan.
Tirkiye dixwaze polîtîka xwe ya qirkirina çandî ya li dijî Kurdên li Bakurê Kurdistanê dimeşîne, li hemberî hemû Kurdana birêve bibe. Ji ber vê yekê li dijî jiyana demokratîk û azad a Kurdên li Sûriyê derdikeve. Li gorî Tirkiyê, divê Kurd teqez di binê deshilatdariyê de be, mafê xwe birêvebirinê jê re neyê dayîn û mîna li Tirkiyê li her deverê qirkirina çandî bê meşandin.
AKP'E DEST JI POLÎTÎKAYA LI DIJÎ KURDAN DEMA YEK PARTÎ Û PÊVAJOYA PIŞTÎ WÊ BERNEDA
Tirkiye li dij e ku Kurd xwe bi rêve bibin û bi hilbijartinê rêveberiyeke cewherî ya demokratîk ava bike. Heta ji bo Misirê dibêje divê ji rêveberiya bi hilbijartinê hatiye ser desthilatdariyê hurmet bê nîşan dan, lê gava Kurd bi hilbijartinên demokratîk Meclîsa xwe ava dike û di nava meclîsê de jî rêveberiya xwe ya cewherî derdixîne holê, weke gefekê dibîne. Gelo li ku derê hatiye dîtin ku pêkhatina demokrasiyê weke gefekê bê dîtin? Dema dor tê Kurdan, Tirkiye hemû pîvanên gerdûnî red dike. Tiştê ku ji mirovên din re weke maf dibîne, ji Kurdan re maf nabîne. Dijminahiyeke kûr û stratejîk a li dijî Kurdan dewam dike. AKP'ê dest ji polîtîkaya li dijî Kurdan a dema yek partî û pêvajoya piştî wê, bernedaye. Bi tenê, li hemberî têkoşîn û şiyabûna Kurdan, ji bo gelê Kurd di bin desthilatdariyê de bihêle, behsa Kurd dike. Hin guhertinên ku zerarê nedin qirkirina çandî û zimanî, pêk tîne. Ev yek jî, şêweya nû ya şerê psîkolojîk û qirkirina çandî ya li dijî Kurdan e.
Divê Tirkiye, dest ji vê polîtîkaya xwe berde. Pêwîste Tirkiye bi hemû Kurdan re li hev bike. Ya li gorî berjewendiyên Tirkiyê jî ev e. Heta ku dest ji polîtîkaya tinekirina Kurdan a di sala 1925'an de destpê kir bernede, aramî nayê Tirkiyê. Lewma divê dest ji feraset û helwestên berê yên polîtîk berde.
Pêwîste dev ji fihêlê xwe berde ku li ku derê lêgerîneke Kurdan a ji bo mafê xwe hebe, dest lê werdide. Ji ber ku bi van nêzîkatiyan re, gelê Kurd tîne pêşberî xwe. Di rewşeke ku li Tirkiyê agirbest heye û polîtîkayek ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tê meşandin de, ev polîtîkayên hikûmetê yên her tiştî ji bo xwe weke maf dibîne û bi kompleksa deshilatdariyê tevdigere, zerarê dide pêvajoyê. Pêwîste Tirkiye bibîne ka helwesta wê rê li ber çi vedike.
YA RASTÎ, SEBRA KURDAN NEMAYE
Li Sûriyê, dema Ereb azadiyê bixwazin, Kurdê nexwaze? Bêguman beriya herkesî Kurdê azadiyê bixwaze. Ji ber nasnameya xwe ya cûda û li gorî pîvanên demokrasiyê, ewê rêveberiya xwe ya cewherî ava bikin.
Edogan dibêje "sebra me nema", Bulent Arinç gefê dixwe û dibêje "emê vê rewşa heyî qebûl nekin". Gefxwarin kirine polîtîkayek û di vê mijarê de çapemenî xistiye nava tevgerê. Ma ji ber gefa Tirkiyê, gelê Rojava wê dest ji azadî û jiyana xwe ya demokratîk berde? Eger rewşeke xweranegirtî û bêsebir hebe, ya rastî sebra Kurdan êdî nemaye. Dibêjin; "Ev çiye Tirkiye dike? Li ku derê Kurd dixwaze mafekî qezenç bike, li dij derdikevin." Nêrîna niha ya Kurdan li Tirkiyê ev e.
TIRKIYE JI CÎRANTIYA BI EL QAÎDEYÊ RE RAZÎ YE
Piştgiriyê dide çeteyên bi maskeya Îslamê ku ti ji wan ne ji Sûriyê ne û her yek ji wan ji welatî hatine, lê li dijî Kurdên dixwazin li ser axa xwe bi awayekî azad bijîn, dijminahiyê dikin. Ji cîrantiya van çeteyên ser bi El Qaîdeyê razî ye, lê Kurdên ku jê re dibêje birayê min e, weke cîran qebûl nake. Ji bo tiştek neçe ji Kurdan re ambargoyê dike, lê hemû derfetan dide çeteyan. Bi helwesta xwe ya heta niha re, ketiye nava şer. Tirkiye niha bûye aliyê vî şerê li dijî Kurdan. Li aliyê dijberên Kurdan cih digire.
Kurdan cihê xwe ti carî li gel helwesteke li dijî Tirkiyê negirtine, di vê rewşê de ev dijminahiya Tirkiyê nayê qebûlkirin. Kurd jî serê xwe li ber polîtîkayên li dijî Kurdan natewîne. Ji xwe Kurd li dijî polîtîkayên li hemberî Kurdan li ber xwe didin. Gelo kî dikare ji Kurdan re bêje dest ji mafên xwe berdin?
DIVÊ HERKES ZANIBE, EM LI GEL KURDÊN LI ROJAVA NE
Ne tenê Kurdên li Rojava, divê hemû Kurd li dijî vê polîtîkaya Tirkiyê derkevin. Em jî weke tevger destnîşan dikin ku em li dijî vê polîtîkaya Tirkiyê ne û dixwazin herkes bizanibin ku em li gel Kurdên li Rojava ne. Em bang li hemû Kurdên li Bakur, Başûr, Rojhilat, Ewropa û li her deveran Cîhanê dikin ku nêrîn û baweriya wan a siyasî çi dibe bila bibe, divê li cem gelê Rojava cihê xwe bigirin û şoreşa azadiyê biparêzin.
GELÊ ROJAVA NAMÛSA KURDAN E
Kurdên li Rojava gelek caran da xuyakirin ku ew dixwazin bi Tirkiyê re di nava têkiliyê de bin. Lê Tirkiye bi şantaj û gefê bersivê dide vê daxwazê. Bêguman gelê Rojava jî wê serê li xwe pêşberî vê netewîne. Wê vê berxwedana xwe ya pîroz a li dijî hemû êrîşkaran nîşan dide, li dijî êrîşên Tirkiyê jî nîşan bide. Jin, zarok, kal, pîr, ciwan her kes wê sînga xwe bikin mertal li dijî dagirkeriya Tirkiyê. Yên ku dibêjin gelê Rojava wê li dijî êrîşan bêdeng bimîne, xwe dixapînin. Eger gelê Rojava li ber xwe bide, hemû Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, wê li cem gelê Rojava be. Ji ber ku gelê Rojava namûsa Kurdan e, rûmeta Kurdan e. Wê bi hemû hêza xwe li Rojava xwedî derkeve.
Şoreşa Rojava, bingeha şoreşa Sûriyê û demokratîkbûyîna Sûriyê ye. Ji ber vê yekê, hemû kes û gelên di demokratîkbûyîna Sûriyê de xwedî berjewendiyan e, divê li dijî êrîşan li cem gelê Rojava cih bigirin. Êrîşên çeteyên bi maskeya Îslamî û bi piştgiriya Tirkiyê ya li dijî Şoreşa Rojava, êrÎşa li hemberî demokratîkbûyîn û azadiyê ye. Divê hemû alîgirên Sûriyeyeke demokratîk Ereb, komên olî Elewî, Êzidî, Suryanî, Ermenî, Durzî, Îsmaîlî her kes li cem gelê Rojava bin. Cihgirtina li gel gelê Rojava cihgirtina li gel Sûriyeya demokratîk e.
ŞOREŞA ROJAVA YEK JI ŞOREŞÊN HERÎ MEZIN ÊN DÎROKÊ YE
Tirkiyê bi kampanyayên xwe yên rojên dawî re, dijminahiya xwe ya li hemberî şoreşa Rojava bi awayekî zelal nîşan daye. Ev di cewhera xwe de, dijminahiya li maf û deskevtiyên azadiyê yên Kurdan e. Ji ber vê yekê em ji Tirkiyê re dibêjin 'Destê xwe ji ser gelê Rojava vekişîne'. Eger Tirkiye wê bi Rojava û Sûriyê re eleqedar bibe, divê beriya her tiştî piştgiriyê bide Kurdan û hêzên demokrasiyê yên li herêmê.
Divê gelê Rojava jî dijminatiya li herêmê ya li hemberî gelê Kurd û demokrasiyê baş bibîne. Hîn jî zîhniyeteke ku hebûn û azadiya Kurdan qebûl bike pêş neketiye. Lewma di pêvajoya têkoşîna azadî û demokrasiyê de wê timî tengasî hebin. Gelê Bakurê Kurdistan, tevî ku bi dehan sal in êşên mezin jî jiyan e, bi deh hezaran şehîd û berdêlên giran jî dan li ber xwe didin, di jiyana azadî û demokrasiyê de israr dikin. Divê Rojava li hemberî her tengasiyê bi îradeya jiyana azad li ber xwe bide. Şoreşa Rojava yek ji şoreşên cîhanê yê herî mezin e. Şoreşa demokratîk û azadiyê ya li Rojava xwedî wê hêzê ye ku tevayî êrîşan vala derxe û tengasiyan derbas bike.
Wê tu hêz nikaribe vê şoreşa mezin têk bibe û di dawiyê de wê Şoreşa Rojava bi ser bikeve. Dema Şoreşa Rojava bi ser bikeve wê ne tenê Sûriye demokratîk bibe, wê pêşiya demokratîkbûna tevayî Rojhilata Navîn bê vekirin. Jixwe gelê Rojava ji niha ve bi vê zanebûn û berpirsiyartiyê bi awayekî mezin li ber xwe dide. Ev berxwedan dibe rûmeta tevayî Kurdan. Wê ev Kurd jî misoger li rûmet û namûsa xwe xwedî derkevin."