KCK: Ekîba şer a Erdogan wê winda bike
KCK: Ekîba şer a Erdogan wê winda bike
KCK: Ekîba şer a Erdogan wê winda bike
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, ji ber wefata Nasûh Mîtap sersaxî xwest û der barê qetilkirina Kader Ortakaya ya li ser sînorê Kobanê û êrîşên li dijî lîstikvanê futbolê Denîz Nakî de got, "Kuştin û êrîşên demên dawî nîşan didin ku hikûmeta AKP'ê li dijî Têkoşîna Azadiyê ya gelê Kurd û hêzên demokrasiyê dest bi şer kiriye. Çawa ku şefên şerê taybet ên salên 1990'î Dogan, Çîller û Agar têk çûn, ekîba şerê taybet a ji Erdogan, Ozel û Davûtoglû pêk tê jî, wê winda bike."
'NASÛH MÎTAP DI TÊKOŞÎNA ŞOREŞGERÎ DE ROLEKE GRIÎNG LÎST'
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, daxuyaniyeke nivîskî weşand û der barê ji dest dayîna jiyanê ya ji damezrînerên Dev Yolê Nasûh Mîtap de got, "Bi xemgînî em hîn bûne ku rêhevalê Nasûh Mîtap ê tevkariyeke girîng li tevgera sosyalîst û têkoşîna şoreşgerî ya li Tirkiyeyê kiriye, jiyana xwe jid est daye. Bila serê gelên Tirkiyeyê, hêzên şoreşger û malbatê sax be. Keda wî tev li têkoşîna şoreşgerî kiriye, wê bi Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad tacîdar bibe."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin ku Mîtap bi şoreşgerê mezin Mahîr Çayan re dest bi têkoşînê kiriye û weke yek ji kadroyên lîder ê têkoşîna şoreşgerî di salên 1970 de têkoşîn meşandiye û got, "Bi ruhê xwe yê milîtanê şoreşger re, di salên 1970'î de di bilindbûn û mezinbûnat êkoşîna şoreşgerî de roleke girîng lîstiye. Di têkoşîna xwe ya şoreşgerî û tevahiya jiyana xwe de, her tim bûye xwedî seknek nêzî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd. Di serî de Rêber Apo hemû kadroyên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd her tim bi Nasûh Mîtap re têkiliyeke samîmî ya şoreşgerî danîne û weke şoreşgerekî di yekîtiya têkoşîna gelên Tirkiye û gelê Kurd de roleke erênî dilîze, nas kirine."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ragihand ku di vê dema têkoşîna hevpar a gelên Tirkiye û gelê Kurd ji her demê bêtir girîng bûye de, wezîfeyên girîng dikevin ser milê demokratên şoreşger ên mîna Nasûh Mîtap bi hesta berpirsyarî tevdigerin û ev xal destnîşan kir: "Dilsoziya bi şoreşgerên bi dehan salan têkoşiyan, şoreşgerên şehîd ketin, ancax bi afirandina yekîtiya têkoşîna hevpar a gelan watedar dibe. Bi Kurd, Tirk, Laz, Çerkez, Ereb û hemû civakên baweriyan re bilindkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê li ser bingeha yekîtiya gelan, hesreta herî mezin a Mahîran, Denîzan, Îbrahîm Kaypakkayayan û hevalên wan bû. Tevgera Azadiyê ya Kurd, ji bo bicihanîna hesreta van şoreşgerên mezin û rêhevalên mîna Nasûh Mîtap têdikoş e. Hesreta Nasûh Mîtap a Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad, wê bi Tevgera Azadiyê re bi afirandina yekîtiya têkoşîna hêzên azadî û demokrasiyê yên Tirkiyeyê, bicih were. Dîrokê, wezîfeyeke bi vî rengî daniye pêşiya hemû hêzên demokratîk û şoreşger. Helwesta têkoşîna hevpar a sosyalîstan, rewşenbîran û hemû hêzên demokrat a li dora Berxwedana Kobanê, ji ber vê eykê pêşketineke gelekî girîng e. Em bang li hemû hevalên wateyê didin têkoşîna Nasûh Mîtap û hemû hêzên demokrasiyê yên şoreşger ên ji kevneşopiya Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya tên dikin, ku li eniya têkoşîna hevpar bicivin."
'ŞERÊ QIRÊJ Ê HÊZÊN ŞERÊ TAYBET ÇÎLLER-GUNEŞ DI MERCÊN NÛ DE DEWAM DIKE'
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin ku li sedan cînayetên 12 salên desthilatdariya hikûmeta AKP'ê yeka nû zêde bûye û diyar kir ku li ser sînorê Kobanê, şoreşgereke jin a ciwan a bi ruhê azadiyê û dildara jiyana komunal a demokratîk qetil kiriye.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Roj nîne ku leşker û polîsên desthilatdariya AKP'ê mirovekî nekujin. Desthilatdariya AKP, şerê qirêj ê hêzên şerê taybet ê salên 90'î yên Çîller-Guneş, bi rê û rêbazên nû dewam dike. Hesabê bi sedan ciwan, extiyar û jinên di 12 salên vê desthilatdariyê de hatine qetilkirin, nehatiye dayîn. Di ser re di serhildana Amedê ya 2006 û komkujiya Roboskî de, leşker û polîsên bi dehan Kurd qetil kirine, pîroz kiriye." Hevserokatiyê diyar kir ku ligel vê rastiya desthilatdariya AKP'ê, sûcdarkirina tevgera demokratîk a Kurdan û hêzên demokrasiyê nîşan dide ku AKP polîtîkayeke çawa ya durû û qirêj dimeşîne.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bibîr xist ku hefteyek beriya qetilkirina Kader Ortakaya, li Silopiyê ciwanek hat qetilkirin û got, "Hikûmeta AKP'ê, mîna desthilatdariya xwe ya 12 salan, hesabê van kuştinên ku kiryar ew bi xwe ye, nade. Mîna ku yê ev cînayet kiriye ne ew bi durûtî tevdigere. Li cîhanê welatekî din nîne ku cînayetên leşker û polîsan tê rewakirin. Dibêjim em weke Iraq û Sûriyeyê nînin, em welatê xwe li derveyî şer dihêlin. Lê belê bi awayekî yekalî li dijî gel şer dimeşînin û her roj mirovan dikujin."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ragihand ku divê hemû hêzên demokrasiyê, parêzvanên mafên mirovan û demokratên li Tirkiyeyê, ji bo pirsîna hesabê van kuştinan bikevin nava tevgerê û got, "Divê gelên me li hemberî desthilatdariya AKP'ê ku berpirsyarê kuştina mirovên di serhildana Amedê ya 2006'an, Roboskî û serhildana Cotmehê û hemû cînayetan e, helwestê nîşan bidin, têkoşînê bi Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk tacîdar bikin. Em hemû ciwanên ku bi ruhê azadiyê yê Kader Ortakaya, hêviya jiyana azad û demokratîk a gelan bilind dikin û bi vî ruhî li Kobanê li ser navê mirovahiyê şer dikin, bi rêzdarî silav dikin, bi minetdarî bibîr tînin. Evîndara azadiyê Kader Ortakaya ya ji bo rizgariya Kobanê canê xwe da, tu û hemû rêhevalên te xweş razên. Kobanê wê rizgar bibe, Kurdistan wê azad bibe û tevahiya Rojhilata Navîn demokratîk bibe."
'DENÎZ NAKÎ NÎŞAN DA KU NEVIYÊ SEYÎD RIZA YE'
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê lîstikvanê futbolê Denîz Nakî yê bi ruhê demokasî û azadiyê, ji dildariya nasname û azadiyê tawîz neda silav kir û got, "Ji ber ku nîşan da neviyê Seyîd Riza ye em wî pîroz dikin. Heta ku neviyên leheng ên dildarê azadiyê yên Seyîd Riza hebin, wê kes nikaribe êdî ciwanan bêdeng bikin. Denîz Nakî û Kader Ortakaya mizgîniya Kurdistana azad û demokratîk in.
Kuştin û êrîşên demên dawî nîşan didin ku hikûmeta AKP'ê li dijî Têkoşîna Azadiyê ya gelê Kurd û hêzên demokrasiyê dest bi şer kiriye. Çawa ku şefên şerê taybet ên salên 1990'î Dogan, Çîller û Agar têk çûn, ekîba şerê taybet a ji Erdogan, Ozel û Davûtoglû pêk tê jî, wê winda bike."