KCK'ê ji malbat û hevalên Kadrî Bagdû re sersaxî xwest
KCK'ê ji malbat û hevalên Kadrî Bagdû re sersaxî xwest
KCK'ê ji malbat û hevalên Kadrî Bagdû re sersaxî xwest
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, bi peyamekê ji malbat û hevalên kedkarê çapemeniyê Kadrî Bagdû re sersaxî xwest.
Peyama sersaxiyê ya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi vî rengî ye:
"Kedkarê çapemeniyê Kadrî Bagdû, yê xebatên belavkirina rojnameyên Azadiya Welat, Ozgur Gundem û çapemenî-weşanên alternatîf ên azad dimeşand, di 14'ê Cotmeha 2014'an de ji aliyê hêzên kontra ve bi namerdî hat qetilkirin.
Çend roj beriya qetilkirina Kadrî Bagdû, li Amedê nûçegihanên rojnameya Azadiya Welat û JINHA rastî êrîşê hatin û ev rojnamevan birîndar bûn.
Ev êrîşên li dijî hev ên li hemberî xebatkarên çapemeniya azad û alternatîf, ne pêkane ku ji pêvajoya siyasî ya em dijîn cuda bên nirxandin.
Di salên 1990'î de jî li dijî kedkarên çapemeniya alternatîf-azad êrîşên giran hatin kirin. Di van êrîşan de li gel alimê Kurd Mûsa Anter, Cengîz Altûn, Ferhat Tepe, Hafiz Akdemîr, Cengîz Ababay, Huseyîn Denîz, Nazim Babaoglû bi dehan kedkarên çapemeniyê hatin qetilkirin. Ne tenê ev, avahiya rojnameya Ozgur Gundemê jî di nav de gelek navendên çapemeniyê hatin bombekirin, li rojnamevanan cezayê giran ên girtîgeh û pereyan hatin birîn, rojname-kovar hatin girtin û hat xwestin ku çapemeniya alternatîf-azad bê bêdengkirin.
Li gel van êrîşên li dijî navgînên çapemeniyê, qetilkirin, îşkence û girtina nûnerên sazî û dezgehên siyaseta demokratîk destpê kirin. Ji ber vê yekê ye, ji bo civakê li hemberî êrîşan ker, lal û kor bike, destpêkê êrîşî çapemeniya alternatîf-azad kirin.
Di rojên îro de ku bi êrîşên polîs û kontrayan çil kes hatin qetilkirin re pirsa "Gelo em li salên 1990'î vedigerin?" tê kirin û yên di vê demê de diqewimin, ne pêkane ku mirov ji bûyerên di destpêka salên 90'î de qewimîn, cuda binirxînin. Wê demê jî, li dijî Hêzên Demokrasî û Azadiyê yên Kurdan, hemû hêzên şerê taybet bi awayekî topyekûn ketibûn nava tevgerê.
Biryarnameyên Sansur-Sirgûn û qanûnên faşîst ên mîna TMK hatibûn derxistin. Niha jî rewşeke bi heman rengî heye. Hikûmeta Şerê Taybet a AKP'ê bi hinceta "Ewlekariyê" qanûnên nû derdixîne, ji bo di Belgeya Siyasetê ya Ewlekariya Millî de guhertinan çêbike amadekariyan dike. Li dijî Hêzên Demokrasî û Azadiyê yên Kurd, bi hêzên kontra yên eleqeya xwe bi Îslamê re nîne û dîn îstîsmar dikin, bi çeteyên nîjadperest-faşîst re ketiye nava tevgerê.
Ev hemû êrîşên Hikûmeta Şerê Taybet a AKP'ê, ji aliyê siyasî ve daneyên şênber ên li ser rêveçûna pêvajoya dema pêş pêşkêş dike. Êrîşên li hemberî navgînên çapemeniya alternatîf-azad, xebatkarên vê çapemeniyê û êrîşa herî dawî ya Kadrî Bagdû qetil kir, vê yekê nîşan dide.
Ji ber vê yekê divê hemû hêzên demokrasî û azadiyê, ji êrîşa li hemberî Kadrî Bagdû encamen pêwîst derxînin, ji bo careke din dûbare nebe û derfet ji êrîşên hêzên kontra yên mîna salên 1990'î neyê dayîn, tedbîr werin stendin.
Li ser vê bingehê em ji malbat, xizmên Kadrî Bagdû, gelê Kurdistanê û xebatkarên çapemeniya alternatîf-azad re sersaxiyê dixwazin."