KCK'ê banga "heyeta serbixwe ya doktoran" li hikûmetê kir
KCK'ê banga "heyeta serbixwe ya doktoran" li hikûmetê kir
KCK'ê banga "heyeta serbixwe ya doktoran" li hikûmetê kir
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku hînê bersiv ji daxwaza heyeta tenduristiyê nehatiye dayîn û got, "Afirînerê vê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd e. Xemsariya li tenduristiya Rêbertiyê, der heqê helwesta AKP'ê ya li pêvajoyê de rê li ber gumanan vedike. Gelo hêzeke siyasî ya çareseriya pirsgirêka Kurd bixwaze,d ikare bi vî rengî tevbigere?" KCK'ê bang li gelê Kurd û hêzên demokrasiyê kir ku ji bo heyeteke serbixwe ya tenduristiyê biçe Îmraliyê, çalakiyên demokratîk zêde bikin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, der heqê çûyîna Îmraliyê ya heyeteke serbixwe ya doktoran de, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
KCK'ê bibîr xist, ku di serî de Yekitiya Tabîban, Odeyên Tabîban ên li Kurdistanê û KCD'ê, gelek rêxistinên civakî yên sivîl, ji bo çûyîna heyetek serbixwe ya doktoran serlêdan kirine, lê belê hikûmetê heta niha bersiv nedaye avn daxwazan.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Neşandina heyeteke serbixwe ya doktoran, helwesta bêcidîbûnê ya hikûmeta AKP'ê li pêvajoyê nîşan dide" û ji bo gotina Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan a, "Hin dijberên vê pêvajoyê hene" anî ziman ku ew bi xwe dikeve nava helwestên vê pêvajoyê sabote bike. KCK'ê got, "AKP ya di nava vê helwestê de ye, nikare ji dijberên pêvajoyê re tiştekî bêje. Bêje jî, wê kes guh nedê."
KCK'ê da xuyakirin ku divê bêyî derengmayînê heyetek tenduristiyê biçe Îmraliyê û bang li raya giştî û gelê Kurd jî kir ku ji bo çûyîna Îmraliyê ya heyeteke serbixwe, çalakiyên demokratîk zêde bike.
Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ya li ser mijarê weha ye:
"Tê zanîn ku gelê Kurd di mijara tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gelekî hesas e. Gelê Kurd tenduristiya Rêberê xwe weke tenduristiya xwe dibîne. Di vê mijarê de gelê Kurd gelekî hesas e. Dema Rêberê Gelê Kurd hin pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê ragihand, gelê Kurd jî derhal xwest heyeteke serbixwe ya tenduristiyê biçe Îmraliyê. Di serî de Yekitiya Tabîbên Tirkiyê, Odeyên Tabîban ên li Kurdistanê, Komîteya Tenduristiyê ya KCD'ê gelek rêxistinên civakî, tenduristî, doktor û sivîlan xwestin heyetek serbixwe ya ji doktorên pispor, biçe Îmraliyê. Lê belê hikûmetê heta niha bersiv nedaye van daxwazan. Gelê me, Yekitiya Tabîban, KCD, Saziyên Civakî yên Sivîl û hêzên demokratîk li bendê ne heyetek serbixwe biçe Îmraliyê.
'NEÇÛYÎNA HEYETÊ, FIKARAN ZÊDE DIKE'
Neşandina heyeteke doktoran a serbixwe, nêzîtiya bê cidîbûnê ya hikûmeta AKP'ê li pêvajoyê ye. Mûxatabê sereke yê mijara bingehîn a Tirkiyê pirsgirêka Kurd, Rêberê Gelê Kurd e. Tevgera Azadiyê ya Kurd gelek caran da xuyakirin ku ev Rêberî pêşengê danûstandinane. Niha pêvajoyeke çareseriya demokratîk destpê kiriye. Afirînerê vê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Xemsariya li tenduristiya vî Rêberî, di mijara helwesta AKP'ê ya li pêvajoyê de, fikaran derdixîne holê. Hêzeke siyasî ya çareseriya pirsgirêka Kurd bixwaze, gelo dikare bi vî rengî tevbigere?
'ÇÛYÎNA HEYETA TENDURISTIYÊ, JI BO RÊVEÇÛNA PÊVAJOYÊ GIRÎNG E'
Bi salane pirsgirêkên tenduristiyê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hene. Lê belê heta niha ev nekiriye pirsgirêkek ji xwe re. Eger îro heyeteke serbixwe ya tenduristiyê xwestibe, ev ji bo rêveçûna pêvajoyê ye. Ji ber ku di serketina vê pêvajoyê de, helwest û hewldana vî Rêberî, diyarker e. Ji ber vê yekê, ji bo pêvajoyê baş bimeşîne û tenduristiya wî nebe asteng li pêvajoya pêvajoyê, bi hesas tevdigere. Xemsariya hikûmeta AKP'ê ya li pêşberî tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nêrîna wê ya li pêvajoyê jî radixe ber çavan.
'ERDOGAN BI XWE DI NAVA HELWESTEKE SABOTEKIRINA PÊVAJOYÊ DE YE'
Helwesteke ku guh nade nerazîbûnên civakî yên li ser tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nahêle ev Rêberî bi kes an jî komên karibin di çareseriya pirsgirêkê de rolê bileyzin hevdîtinê bike, bi qasî dijberên pêvajoyê, zerarê dide pêvajoyê. Hikûmeta AKP'ê dibêje "Hin kes kes hene li dijî pêvajoyê ne", lê ew bi xwe jî ji bo sabotekirina pêvajoyê çi ji destdan tê dike. AKP'yeke di nava helwesteke bi vî rengî de ye, nikare ji dijberên pêvajoyê re tiştekî bêje. Eger bêje jî, kesê guh nedê.
Eger hikûmeta AKP'ê wê li pêvajoyoa çareseriya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkiriye, xwedî derkeve, divê beriya her tiştî di mijara tenduristiya vî Rêberî de hesas be. Nîşandan vê hesasiyetê, tevî wezîfeyeke pêvajoyê be, di heman demê de wezîfeyek ji bo hurmetdayîna Rêberê Gelê Kurd e. Heta ku ji vî Rêberî re hurmet neyê nîşandan, ne danûstandin ne jî çareserî pêş nakeve. Ji ber vê yekê divê hikûmeta AKP'ê bêyî dereng bimîne, heyeteke serbixwe ya doktoran bişîne Îmraliyê.
'DIVÊ GELÊ KURD Û HÊZÊN DEMOKRASIYÊ HELWESTÊ NÎŞAN BIDIN'
Ewlekarî, azadî û tenduristiya Rêber Apo, di heman demê de tenduristî, ewlekarî û azadiya gelê Kurd e. Eger Rêber Apo heyeteke tenduristiyê ya serbixwe xwestibe, ev ji bo tenduristî, ewlekarî û azadiya gelê Kurd xwestiye. Divê gelê Kurd ji bo pêşveçûna pêvajoyê, azadî û jiyana demokratîk, çalakiyên xwe xurtir bikin ku heyeteke serbixwe ya doktoran biçe Îmraliyê. Divê hêzên demokrasiyê yên Tirkiyê jî, ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyê helwestê nîşan bidin û çalakiyan lidar bixin ku heyeteke doktoran a serbixwe biçe Îmraliyê."