KCK'ê bang li mîlyonan kir ku biherikin kolanan

KCK'ê bang li mîlyonan kir ku biherikin kolanan

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê li dijî hovîtiya DAIŞ'ê bang li mîlyonan mirovî kir ku biherikin kolanan û got, "Divê gelê me yê Bakur, li ti cihî şensê jiyanê nede çeteyên DAIŞ'ê, dûvik û destekdarê wan." KCK'ê bang kir ku hemû kolan veguherin Kobanê.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, li dijî "komkujiya qirêj û zexel" ji gelê Kurd xwest ku her cihî bike qada têkoşînê û têkoşînê her demî bike. KCK'ê destnîşan kir ku divê li ti deverê şensê jiyanê ji çeteyan û dûvikên wan re neyê naskirin û got, "Ji vê saetê û pê ve divê bi mîlyonan mirov biherikin kolanan, sînor veguhere lehiya ji mirovan."

Daxuyaniya KCK'ê wiha ye:

"Berxwedana destanî ya gelê me yê Kobanê ya li dijî qirkirin û komkujiya rêxistina gurûhê çete-kujer ê DAIŞ'ê dimeşîne, di roja 23. de bi vîn û lehengiyeke awarte dewam dike. Zarokên leheng ên gelê Kurd, hemû berdêl dane pêş çavên xwe û di kesayetiya gelê Kobanê de têkoşîna parastina nirxên mirovahiyê dimeşînin. Di kesayetiya rêhevala Arîn Mîrkan em şehîdên xwe yên leheng ên pêşengê vê berxwedana bi heybet in bi minetdarî û rêzdarî bibîr tînin. Em dixwazin bînin ziman ku weke gelê Kurd û rêhevalên wan, heta em hebin em ê bîranîn û têkoşîna wan her tim mezin bikin û ji bilî helwest û sekneke tacîdarkirina têkoşîna wan, em ê helweseke din qebûl nekin. Helwesta fedaî ya rêheval Arîn helwest û sekna hevpar a hemû jin û mêrên YPG/YPJ'yiye ku di roja 23. de berxwedana Kobanê dewam dikin. Ji vê berxwedana mezin a ku bi Mazlûman, Kemalan, Zîlanan destpê kir, bi Tayhanan dewam kir û bi Arînan derket asta herî bilind, wê ti carî gavek bi paşve neyê avQêtin. Ev sekin xwedî têgihiştin, biryardarî, bawerî, sekna îdeolojîk û polîtîk û berxwedaneke mezin e. Çawa ku vê berxwedanê li zÎndana Amedê, zîhniyeta înkar, mêtînger û qetlîemkar tarûmar kir, çawa ku komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê têk bir, wê qirkirina di kesayetiya gurûhê çete yê DAIŞ'ê li ser gelê Kurd tê fezkirin jî, têk bibe.

Di bingeha hemû destketiyên gelê Kurd de hewldan, têkoşîn û berxwedana cewherî û desteka manewî ya dostan heye. Îro jî em vê berxwedana mezin bi hêza xwe ya cewherî dimeşînin. Heta ku weke gel em têkoşîna xwe bi awayekî topyekûn û bênavber bidomînin; wê tank, top û teknîka pêşketî li pêşberî berxwedana me ya Kobanê ya bi heybet û sekna me ya mezin a bi vîn, têk biçin. Têkoşîna bênavber a tevgera azadiyê ya Kurd a 40 salan xwedî heqîqeteke bi vî rengî ye. Tevgera me ya azadiyê ya Kurdistanê û gelê me, li dijî her şêweyên komkujî û êrîşên hovane, her tim zanîbûne bi vîna xwe ya cewherî û hêza xwe bisekine. Ya ku îro di kesayetiya Kobanê de serî hildaye û berz bûye, vîn û hêza berxwedanê ya bêhempa ye. Gelê Kurd, di serî de li Ewropa û Bakurê Kuristanê, vîn û hêza xwe ya yekîtiya neteweyî bi çalakiyan nîşan dide. Tevahiya nirxên însanî yên weke yekîtiya neteweyî, dostanî û piştevanî, di dem û cihên bi vî rengî yên berxwedanê de derdikevin holê. Divê ev berxwedan bi awayekî radîkal bê mezinkirin û li dora Kobanê eniya berxwedanê were xurtkirin.

Di encama hevkariya dewleta Tirk û çeteya dest bi xwîn DAIŞ'ê de, bi valakirina xeta sînor re tê xwestin ku desteka ji bo berxwedana Kobanê bê qutkirin. Pêwîste gelê me têkoşîna xwe ya li dijî vê komkujiya zexel û qirêj, li her deverê bi awayekî her timî bidomîne. Divê gelê me yê Bakur, li ti cihî şensê jiyanê nede çeteyên DAIŞ'ê, dûvik û destekdarê wan. Divê hemû kolan veguherin kolanên Kobanê, hêjayî vê berxwedana bêhempa ya dîrokî, divê rêxistinbûyîn û hêzeke berxwedanê bê nîşandan. Ji vê saetê û pê ve divê bi mîlyonan mirov biherikin kolanan, sînor veguherînin lehiya ji mirovan. her Kurd û mirovê bi rûmet, dost û kesên hestyar, pêwîste ji vê kêliyê û pê ve rabin çalakiyan. Dem dema mezinkirina çalakiyên berxwedanê ye. Li ser vê bingehê em bang li tevahiya gelê xwe, derdorên hestyar, dostên xwe dikin ku bi xwedîderketina li berxwedana Kobanê re vê berxwedanê mezin bikin, di serî de ciwanên Kurd em bang li tevahiya ciwanan dikin ku li Kobanê beşdarî refên azadiyê bibin û berxwedanê mezin bikin."