KCD û DBP’ê ji bo Havva Keser peyama sersaxiyê weşandin
KCD û DBP’ê ji bo Havva Keser peyama sersaxiyê weşandin
KCD û DBP’ê ji bo Havva Keser peyama sersaxiyê weşandin
KCD û DBP’ê têkildarî wefata xwişka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyama sersaxiyê weşand.
Di peyama DBP’ê de hat bibîrxistin ku xwişka Ocalan bi qasî mehekê ye li Edeneyê tedawî didît jiyana xwe ji dest daye û wiha hat gotin, “Em xemgîniya mezin a windakirina Dayik Havva dijîn.” Hevserok û Desteya Rêveber a Navendî ên DBP’ê diyar kirin ku wê ji sekna berxwedêr a Keser timî hêz bigirin û wiha hat gotin, "Em ji sembola dayika Kurd a berxwedêr Dayik Havva re ji Xwedê rehmê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, malbat û tevahî gelê me re sersaxiyê dixwazin.”
KCD’ê jî got, "Me wefata xwişka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Havva Keser bi xemgîniyeke mezin bihîst. Ji ber wefata Havva Keser a yek ji jinên me yên wefakar em di serî de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji tevahî malbatê û gelê me re sersaxiyê û sebrê dixwazin.”