KCD: Konferansa me xwediyê îrade û îddiayeke girîng e
KCD: Konferansa me xwediyê îrade û îddiayeke girîng e
KCD: Konferansa me xwediyê îrade û îddiayeke girîng e
Di Konferansa Yekîtî û Çareseriyê ya Bakurê Kurdistanê de li ser navê KCD ji aliyê Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk ve axaftinek hat kirin. Di axaftina li ser navê KCD’ê de Aysel Tugluk got, “Girîngiya dîrokî ya vê Konferansê ne tenê ji pirrengiya civatê, tê. Di serdema kaotîk a Rojhilata Navîn de, ji bo pêşeroj û azadiya gelê xwe, em li ser pirsgirêkên xwe nîqaş bikin, li ser navê xwe çareseriyan biafirînin û biryarên xwe bi xwe bidin, em civiyane. Girîngiya mezin a civînê, ji rojev û ji îradeya civînê tê.”
Tugluk destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di Newroza îsal de bi daxuyanî û banga xwe ya dîrokî, pêvajoyeke nû da destpêkirin. Pêvajoya nû ji bo Kurdistanê û Rojhilata Navîn bû sedema moral û bihêvîbûna yekîtî û çareseriyê. Tugluk wiha dirêjî da axaftina xwe, “Bi ruhê biratiyê, bi îradeyeke yekîtiya neteweyî û bi hişmendiyeke kûr; nûnerên hêja yên gelê Kurd, kesayetên pêşengên civakê, jin, ciwan, kal û pîr û ji her beş û birên civakê, ji bo nivîsîna dîrokeke nû em hatine gel hev. Em vê civînê gelekî girîng û hêja dibînin. Di vê platforma yekîtiya neteweyî de; her nîjad, bawerî û raman bi awayekî azad temsîl dibe. Divê qet şik û guman tune be ku di Kurdistana azad de, wê Kurd, Ermen, Asûrî, Ereb, Tirk-Tirkmen; Misliman, Xirîstiyan, Êzdî; Sunnî, Elewî û hwd. Her beşên civakê, dê azadiyeke rastî bijîn.”
Tugluk di dewama axaftina xwe bal kişand ser pêvajoya “Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad” ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd ve hatiye destpê kirin û got, “Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan, di Newroza îsal de, bi daxuyanî û banga xwe ya dîrokî, pêvajoyeke nû da destpêkirin. Pêvajoya nû ji bo Kurdistanê û Rojhilata Navîn bû sedema moral û bi hêvîbûna yekîtî û çareseriyê. Ev pêvajoya nû, ya ku wekî “Pêvajoya avakirina jiyana azad û rizgariya demokratîk” tê binavkirin, helwesteke stratejîk e. Bi vê pêvajoyê re, şer hatiye rawestandin, gerîlla vekişiyaye Başûrê Kurdistanê û bi vî awayî xwîn hatiye sekinandin. Hêviya çareseriya demokratîk, ji xewn û xeyalan, wergeriyaye rastiyê.”
Tugluk di axaftina xwe bal kişand ser gel û baweriyên cuda yên li Kurdistanê û wiha berdewam kir, “Em ji temamê gel, dîn û mezhebên ku li Kurdistanê dijîn û li hember keda pêşengên wan, rêzdariya xwe tînin ziman. Em di wê hişmendiyê de ne ku, ji bo azadiyê, ked weke dilopek xwêdan jî hatibe dayin, ew ji bo me nirxekî bêhempa ye. Ji ber ku welatê me bi sedan salin ku hatiye talankirin, hatiye parçekirin. Gelên ku li ser vê axê jiyane, hatine qirkirin. Navê wan, zimanê wan, nasnameya wan hatiye înkarkirin, bêstatu hatine hiştin. Her kesên ku li hember van neheqiyan rawestiyabin; canê xwe, keda xwe, dilê xwe, duayên xwe û heta fikir û xeyalên xwe dabin vê rêyê; mafê wan heye ku di rûpelên dîroka me ya spî de, cihê xwe yê bi rûmet bigirin û bên bîranîn.”
Der barê bûyer û aloziyên li Rojhilata Navîn de Tugluk wiha axivî: “Li Rojhilata Navîn şer hatine lpêşxistin. Li hember pêşveçûnên ku li Rojhilata Navîn diqewimin peywira me ew e ku em bi ruhê tifaq û yekîtiyê derkevin holê û em bi vî awayî tevbigerin. Em bawer dikin ku, aştiya mezin jî, hêza çareseriyê jî, dê bi vê yekîtiyê derkeve holê.
Tugluk di axaftina xwe der barê Qetlîama Roboskiyê de jî helwesta hukûmeta AKP’ê bi van hevokan anî ziman: “Balafirên şer ên Dewleta Tirk, li Roboskiyê 34 gundiyên Kurd qetil kir. Serokwezîr Tayyîp Erdoğan, piştî tevkujiyê, li pêş çavên dunyayê, aşkere Serfermandarê Artêşê pîroz kir û spasiyên xwe pêşkêşî wî kir. Careke din bi zelalî diyar bû ku Tayyîp Erdoğan û partiya wî AKP, dev ji neyartiya xwe ya bi Kurdan re bernedane. Kurdên berxwedêr û AKP di her qadê de li hember hev bûn. Saleke dijwar a berxwedanê li pêşiya Kurdan bû. AKP’ê bi baweriya ku wê karibe îradeya gelê Kurd bişkîne, hêza xwe ya polîs û leşkerî heta dawiyê bi kar anî. Belê berxwedanên mezin ên li çiyayan, li zîndanan û li qadên gund û bajaran mohra xwe li salê xist.”
ROJAVA BANDORA XWE LI HER PARÇEYÎ KIRIYE
Aysel Tugluk di derdewama axaftina xwe cih da Rojavayê Kurdistanê jî got, tifaqa gelê me ya Rojava, hêza xwe ya berxwedan û sekneke demokratîk afirandiye û bandora xwe li her parçeyên Kurdistanê kiriye. Tevî her zor û zehmetiyan, gelê me yê Rojava berxwedana xwe didomîne. Em careke din gelê xwe yê Rojava, berxwedan û şoreşa gelê xwe yê şanaz, bi coşeke mezin silav dikin û em bi tevahiya hebûna xwe, piştgiriya xwe îlan dikin. Hêvî û daxwaza me ew e ku tevayî rêxistin û hêzên me yên siyasî li her parçeyên Kurdistanê, di vî warî de berpirsiyariyên xwe xurttir bînin cih û destekê bidin gelê me yê Rojava.”
DIVÊ KONFERANS HETA ÇARESERIYA DEMOKRATÎK BIDOME
Axaftina Tugluk bi van sererêzan berdewam kir: “Konferansa me xwediyê îrade û îddiayeke girîng e. Konferansa me, dê bi encamên konferansên din ên ji bo çareserî û yekîtiyê pêk hatine û wê pêk werin hevdu temam bikin.
Piştî nîqaş û guftugoyên Konferansê, divê encamên ku bi dest ketine, di nava nûnerên konferansê de nemînin. Divê biryarên konferansê bigihêje girseya gel û di pratîkê de were şopandin, ev peywireke girîng e. Divê konferansa me ne xebateke demî ya ji bo carekê be. Divê em heta çareseriya demokratîk, xebatên Konferansê bidomînin. Heke em xebatan bi domdarî nemeşînin em nikarin çareseriyê bidest bixin.
Divê em rola xwe weke aliyê; yekîtî, aştî, çareserî û demokrasiyê terîf bikin. Divê em bidin zanîn ku em xwedî û temînata van têgînan in.
Em ê li ser erdnîgariya xwe ya ku di dîrokê de bûye dergûşa şaristaniyê, mafê xwe yê avakirina rêvebiriya xwe bi xwe bi dest bixin. Em ê mafê xwe yên demokratîk, ekolojîk, aborî û jiyana azad, bi dest bixin û em ê li ziman û çanda xwe xwedî derkevin. Em ê di nav malbata mirovahiyê de, cihê xwe yê bi rûmet bigirin.
Tugluk axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Werin em bi îradeyeke xurt, êş û elemên ku bi gelê me dane kişandin bi dawî bînin. Em jiyaneke azad û rizgariya demokratîk diyarî gelê xwe bikin.”