KCD ji bo Dîcle sersaxî xwest
KCD ji bo Dîcle sersaxî xwest
KCD ji bo Dîcle sersaxî xwest
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), ji bo wefata dayika Hatîp Dîcle sersaxî xwest.
KCD’ê di peyama sersaxiyê de ev xal destnîşan kir:
“Em agahiya wefata dayika nûnerê hilbijartî yê gelê Amedê, rêzdar Hatîp Dîcle dayik Mubeccel Dîcle bi xemgîniyeke mezin bihîst.
Dayik Mubeccel Dîcle ji ber nexweşiya xwe ya giran wefat kiriye. Em ji dayik Mubeccel Dîcle re ji Xwedê rehmetê dixwazin, ji Birêz Hatîp Dîcle û malbatê re sebr û sersaxiyê dixwazin.
Wendakirina dayikekê di jiyanê de yek ji êşên herî giran e. Em vê êşa Birêz Dîcle wek hevalên Wî yên têkoşînê jidil parve dikin, û careke din sersaxiyê dixwazin.
Cihê dayika me Mubeccel ku di vê meha pîroz de ji nav me veqetiya cennet be û ruhê wê şad be.”