KCD: Gelê Rojava, nirxên gerdûnî yên mirovahiyê diparêze
KCD: Gelê Rojava, nirxên gerdûnî yên mirovahiyê diparêze
KCD: Gelê Rojava, nirxên gerdûnî yên mirovahiyê diparêze
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku gelê Rojavayê Kurdistanê, li dijî êrîşên hovane yên çeteyan, ne tenê axa xwe di heman demê de nirxên gerdûnî yên mirovahiyê bi lehengî diparêze. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku komên çete yên mirovan direvînin, serî li dijwariyê didin wê ti carî bi ser nekevin.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku şerê navxweyî yê li Sûriyê her diçe bandoreke girantir li Rojhilata Navîn dike û di vê rewşa şerê giran de bal hat kişandin ser hewldanên gelê Kurd ên li ser bingeha xeta sêyemîn de saziyên xwe yên demokratîk ên bingehîn ava dikin û rêveberiya xweser diafirînin.
Di daxuyaniya KCD'ê de hat gotin, "Rojavayê Kurdistanê ku yekemîn salvegera şoreşa xwe pîroz dike û bûye giraveke aştî û azadiyê, hem li êrîşa dîktatoriya Baas hem jî li êrîşên hovane yên komên çete yên xiyanet li gelê Sûriyê kirine, rast tê. Bi serkêşiya Tirkiyê, sîstema navnetewî jî ambargoya siyasî û aborî daniye ser Rojavayê Kurdistanê.
Li dijî êrîşên 10 rojên dawî yên çeteyên hovane, gelê Rojavayê Kurdistanê ne tenê axa xwe di heman demê de nirxên gerdûnî yên mirovahiyê diparêze. Komên çete yên mirovan direvînin, serî li dijwariyê didin wê ti carî bi ser nekevin. Gelê Rojava wê rê nedin ev komên çete bigihêjin armanca xwe. sHelwesta hêzên navnetewî yên piştgiriyê didin van çeteyên êrîşkar jî, wê her tim bi nifiran ji aliyê gelê me ve were bîranîn. Divê Tirkiye jî helwesta xwe ya heta roja îro biterikîne û deriyên xwe yên sînorê bi Rojavayê kurdistanê re ji bo hewldanên însanî û dîplomatîk veke."
Di daxuyaniya KCD'ê de hat destnîşankirin ku di kesayetiya Konseya Bilind a Kurd a demokratîk û rewa de, divê sîstema navnetewî vîna Rojavayê Kurdistanê qebûl bike û hat gotin, "Pêwîste ji bo hemû civînên li ser pêşeroja Sûriyê, Konseya Bilind a Kurd bê vexwendin.
Gelê me yê li her derê salvegera Şoreşa Rojava pîroz dike, diyare aliyeke. Pêşeroja gelê Rojava bandorê li pêşeroj û azadiya tevahiya gelê Kurd dike. Gelê me ji birayên xwe yên Rojavayî cûda nafikire û êşa wan di kûrahiya dilê xwe de hîs dike. Divê kampanyayên însanî yên ji bo Rojavayê Kurdistanê werin destekkirin.
KCD ji her alî ve li gel vîna Rojavayê Kurdistanê ye. Li ser vê bingehê em bang li hemû gelê xwe û pêkhateyên xwe dikin ku li dora Rojavayê Kurdistanê bicivin û bi giyana seferberiyê piştgiriya maddî û siyasî bide Rojavayê Kurdistanê."