KCD'ê ji Zenderlîoglû re sersaxî xwest
KCD'ê ji Zenderlîoglû re sersaxî xwest
KCD'ê ji Zenderlîoglû re sersaxî xwest
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji ber wefata dayika Parlamenterê BDP'ê yê Bêdlisê Husamettîn Zenderlîoglû Fatma Zenderlîoglû, ji malbatê re sersaxî xwest.
Di peyama sersaxiyê ya KCD'ê de weha hat gotin: "Em bi xemgîniyeke mezin pê hesiyane ku dayika Endamê Desteya Koordînasyonê ya KCD'ê û Parlamenterê BDP'ê yê Bêdlisê Husamettîn Zenderlîoglû, Fatma Zenderlîoglû jiyana xwe ji dest daye.
Demeke dirêj li Nexweşxaneya Dewletê ya Bêdlisê dihat dermankirin, lê mixabin çavên xwe li jiyanê girt. Em dibêjin bila rehma Xwedê lê be û serê Birêz Zenderlîoglû û malbata wî sax be.
Em vê êşa giran a Birêz Zenderlîoglû weke hevalên wî yên têkoşînê ji dil parve dikin û careke din sersaxiyê dixwazin."