Kaytan: Gava destpêkê ya azadiyê, vegera li welat e

Kaytan: Gava destpêkê ya azadiyê, vegera li welat e

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Alî Haydar Kaytan got, "Qutbûn an jî qutkirina ji axê, tê wateye qutbûna civakîbûn, dîrok, çand û kesayetiya xwe ye" û destnîşan kir ku vegera li gundan, vegera li axa bav û kalan, gava yekemîn a ber bi azadiyê ve ye.

Civaka Kurdistanê ji polîtîka û şerê qirêj ên dewletê zerarên mezin dît. Lê belê ti ji van zerarn bi qasî qutbûna ji cih û warên xwe, zerar neda xwezayê, civakê. Nêzî 4 hezar gundên Kurdan hatin valakirin û bi milyonan Kurd sirgunî zikakên bajarên mezin hatin kirin.

Vegera li gund, cih û warên xwe, beşeke girîng a pêvajoya çareseriyê ye. Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Alî Haydar Kaytan, der heqê "vegera li welat" de gotûbêjên li 9. Civata Giştî ya Kongra Gel, ji ANF'ê re nirxand.

Kaytan da xuyakirin ku di têkoşîna mirovbûyînê ya mirovan de du nuqteyên diyarker hene û got, "Yek jê sîstema ekolojîk a mirov lê bû mirov û ya duyemîn jî, ax, cih û warê ku bûye dergûşa mirovahiyê. Mirovbûyîn bi civakbûyînê destpê dike. Bi zorê yan jî bi qanihkirinê re, qutkirina mirovan ji cih û warên xwe, gunehê herî giran ê li dijî mirovahiyê hatiye kirin e."

'QUTBÛNA JI AXÊ, QUTBÛNA JI CIVAKÎBÛNÊ YE'

Kaytan diyar kir ku qutkirina mirovan ji axê, bi tenê nayê wateya guhertina cih û war û got, "Qutbûn-qutkirina ji axê, qutbûna ji civakbûyîn, dîrok, çand, nasname, rastiya civakî ya hezaran salan û qutbûna ji giya civakê ye. Ev jî tê wê wateyê qutbûn-qutkirina ji bîr, ciwan û namûsa civakê ye."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Alî Haydar Kaytan destnîşan kir ku qutbûna ji axê di heman demê de qutbûna ji azadiyê ye û di vî warî de bal kişand ser pêşgotinên bav û kalan: 'Mirovê bê kok, mirovên bê pêşeroj in", "Her giha li ser koka xwe şîn dibe", "Kulîlk li ser guliyê xwe, gulî li dara xwe bedew e."

Kaytan ragihand ku ya di salên 1990 de gav bi gav hatiye meşandin, polîtîkaya "bêmirov hiştina Kurdistanê" ye û diyar kir ku bi vê polîtîkayê re mêtîngeriya Komara Tirkiyê hewl daye bi qutkirina ji axê re, gelê Kurd ji gelbûyînê derxîne. Kaytan bibîr xist ku li pişt tinekirina her raperîna li Kurdistanê, hêzên mêtînger bi awayekî zane û bêrehm, polîtîkaya asîmîlasyon, qirkirina çandî û civakî meşandine.

'ENTEGRASYON, REWŞA NERMKIRÎ YA QIRKIRINA ÇANDÎ YE'

Kaytan bal kişand ser polîtîkayên asîmîlekirina Kurdan û got, "Entegrasyon, rewşa nermkirî ya qirkirina çandî û asîmîlasyon bi xwe ye. Diyar bû ku gelê Kurd ê xwedî kok û bingeheke xurt a dîrokî, wê li dijÎ qirkirina çandî li ber xwe bidabûya. Ji ber vê yekê, diviyabû dewlet Kurdan ji ser vê axê dûr bixîne, civakîbûna wê belav bike û bi tenê bihêle, bi birçîbûn û xizaniyê terbiye bike. Bi vê armancê plan û projeyên berfireh hatin amadekirin. Plana Şark Islahat û pêşniyarên Îsmet Înonu yên li Rapora Kurd li gorî şertên îro nû kirin û ji bo bandora Tevgera Azadiyê bişkînin serî li rê û rêbazên nû da ku qirkirina çandî dewam bikin. Şewitandina gundan, sirgunkirina Kurdan li kolanên bajarên mezin û terbiyekirina bi xizaniyê, di roja me ya îro de jî bi hemû hovîtiya xwe dewam dike. Li ser vê bingehê, tê dîtin ku qirkirina çandî ne polîtîkayeke demkî ye, polîtîka her demî ya dewletê ye. Mînak; Riha bi erdê xwe dikare deh qat zêdeyî nifûsa xwe xwedî bike, lê her sal bi hezaran mirov ji ber birçîbûnê di nava şertên zehmet de dijîn."

"GAVA DESTPÊKÊ YA AZADIYÊ, VEGERA LI CIH Û WARÊN XWE YE"

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Alî Haydar Kaytan da xuyakirin ku armanca bingehîn û gava sereke ya pêngava pêvajo "Avakirina Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk" çareseriya vê pirsgirêkê ye. 

Kaytan diyar kir ku armanca destpêkê ya vê pêvajoya çareseriyê vegera li gund, cih û warên xwe ye û got, "Bêguman, di şert û mercên dijwar ên şer de pêkhaitne vê ne gengaz bû. Her weha pergala cerdevaniyê ku şiklê îro yê Alayên Hamîdiyê ye, li pêşiya vê asteng bû. Ev pergala ne xêr, îro jî asteng e. Van çeteyan, bi salan dest danîn ser erd, zêvî, rez û dehlên mirovên me û niha jî ji bo pêşî li vegerê bigirin, çi ji destê wan tê dikin, wê bikin."

Kaytan ragihand ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser bingeha vê rastiyê, dest bi pêvajoya çareseriya bi rêbazên siyasî û demokratîk kiriye û got, "Di vê rewşê de, diviyabû li cihê gerîla jê vekişiyan, gundiyên bi zorê ji cih û warên xwe hatin kirin, bihata bicihkirin. Pêşî li dagirtina leşker û çeteyan bihata girtin. Heta ku zerarê maddî û manewî yên gelê me yê gundê wan hatiye şewitandin, malên wan hatine talankirin û ji cih û warên xwe hatine koçberkirin neyên tezmînkirin, ne vegera gundan, ne li hevkirin, ne jî aştî pêk nayê. Di vê mijarê de hem li pêşiya me hem jî li pêşiya dewletê wezîfeyên girîng hene ku hewceye bicih werin anîn."

Kaytan destnîşan kir ku çavkaniya bingehîn a pirsgirêkan dewlet bi xwe ye û heta jê were ewê hewl bide di çareseriyê de serî bigerîne. Kaytan da xuyakirin ku eger wê di navbera Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û dewletê de aştiyek pêk were, pêwîste beriya her tiştî dewlet dest ji van polîtîkayên xwe berde.