Karsazên Kurd: Teqez divê korîdor bê vekirin
Karsazên Kurd: Teqez divê korîdor bê vekirin
Karsazên Kurd: Teqez divê korîdor bê vekirin
Endamên Yekîtiya Karsazên Kurd ên Ewropa ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê hatin Pirsûsê, li Tirkiyeyê bi HDP’ê re hatin gel hev û xwestin teqez ji bo derbasbûna Kobanê korîdor bê vekirin.
Endamên Yekîtiya Karsazên Kurd ên Ewropa bi armanca piştgirîdayîna berxwedana Kobanê û ji bo alîkarî ji Kobaniyên xwe spartine Pirsûsê re bişînin hatin navçeyê, li Bajarê Kon ê Kobanê daxuyanî da. Berdevkê yekîtiyê Hasan Ferhat Yîrîk diyar kir piştî êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê biryar dane bêne Pirsûsê û wiha got: “Em li rex gelê xwe ne. Em berxwedana Kobanê silav dikin. Bêdeng mayîn piştgiriya ji bo çeteyan e.”
Yîrîk bûyerên di rojên dawî de li herêmê rû didin bibîr xist û wiha got: “Ger ji hiqûqa biratiyê tê behskirin divê Tirkiye kêliyek beriya kêliyekê korîdora ji bo derbasbûna Kobanê veke. Bi HDP’ê re hevdîtin çêke û tişta tê xwestin teqez pêk bîne.”
Heyeta karsazan piştre çûn ziyareta Kobaniyên di bajarê kon de dimînin.