Karsazên Kurd ên Ewropayê li Amedê ne

Karsazên Kurd ên Ewropayê li Amedê ne

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, pêşwaziya Serokê Komeleya Karsazên Kurdên Ewropayê (AKEE) Hasan Ferhat Yirik û desteya rêveber kir û got: “Her cudakarî dibe sedema dilşkestineke mezin” Hevşaredar Firat Anli jî da zanîn ku li Kobanî tê xwestin hêviyan bitefînin. Serokê AKEE'yê Yirik jî got, “Li Kobaniyê destanek tê nivîsandin.”

Şandeyek ji Serokê Komeleya Karsazên Kurd a Ewropayê/Association of Kurdish Employers in Europe (AKEE) Hasan Ferhat Yirik, alîkarên serok, desteya rêveber û endaman pêk tê, hatin serdana Amedê û hevdîtinek bi Hevşaredar Firat Anli û Gultan Kişanakê re pêk anî. Hevşaredarê Sûrê Seyît Narîn jî di hevdîtinê de amade bû.

Yirîk da zanîn ku ew ji bo hevgirtina bi gel re hatine û got ku ew ê biçine Pirsûsê û bi gelê vê derê re hevdîtinan pêk bînin. Yîrîk bal kişand ku mebesta vê gera wan ew bû ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên aborî û civakî yên Kurdan hatibû plankirin lê bi berxwedana Kobanî re ev plana wan guheriye û got ku gelê Kobanî berxwedaneke bêhempa dide, tu hêz nikare wan bişkêne. Yîrîk wiha axivî: “Kobanî ji bo Kurdan dîrokeke nû dinivîse” û xwest ku her kes têkoşîna demokrasiyê bilindtir bike. Yîrîk daxuyand ku ew karsazên li Ewropayê ev mehek e bala wan li ser Kobanê ye û got, “Ji bilî berxwedanê tu rêyek din nîn e. Kurd li ku bin divê xwe bi rêxistin bikin, ji bo demokrasiyeke hevdem têkoşîna xwe geştir bikin û hemû hêza xwe bikin yek.”  

ANLI: LI KOBANÊ SIBEROJEK TÊ AFIRANDIN

Hevşaredar Firat Anli jî bal kişand ku ev sê sal in gelê Rojava ku ji kantonên Kobanî, Efrîn û Cizîrê pêk tê, bi ser binemayê jiyaneke hevpar a biratî rêz li nasname, çand û baweriya hevdu girtiye û nimûneyeke pêkvejiyanê pêk aniye. Anli bêyî ku mirov li gel dîktator, zalim û çeteyên stûbir be dikare jiyanekê ava bike û got, “Vê gavê li Kobanê tê xwestin vê hêviyê bitefînin. Li xweşikiya ku diviya li hemû Rojhilata Navîn belav bibe û siberojeke geş ava bike, tê çilmisandin.” Anli, mirovên ne Kurd, ên bi namûs û xwedî wijdan jî pîroz kirin û got, “Hayê her kesê bi vê rastiyê heye, xwezî rêveberên Tirkiyeyê, Sûriyê û yên giraniya wan ser Rojhilata Navîn û mekanîzmayê hêzên navneteweyî heyî jî bi vê rastiyê zanîbana.”

Anli bal kişand ku ev erdnîgarî ya 20-50 salan berê nîn e û mirovên vê erdnîgariyê jî yên 20-50 salan berê nîn in û got, “Heke me 100 salan berê bikara vê yekê bikin îro belkî ev dinya gelekî cudatir bûya. Îro ciwanên Kurd ên bi wijdan û xwedî namûs, li gel gelên din bira li Kobanê mil bi milê hevdu şer dikin û hîmê siberojeke nû datînin.”

KIŞANAK: GELÊ ME HÊVIYA ROJHILATA NAVÎN E

Hevşaredar Gultan Kişanak jî da zanîn ku ev karsazên Kurd her çend li welatên cuda cuda yên Ewropayê bijîn jî dilê wan li ser welatê wan e, ev yek bo wan cihê kêfxweşiyê ye. Kişanak got, “Gelekî girîng e ku her çendî di şertên herî dijwar de be jî ku mirov bi mirovên xwe yên li ser axa xwe re be. Ji ber vê helwesta we ez we pîroz dikim.”

Kişanak bal kişand ku gelê Kurd yek ji gelên herî kevnar ê Rojhilata Navîn e, heman demê gelê herî bindest û mezlûm e, gelek neheqî lê bûye, berdêlên giran dane, komkujiyên mezin hatine serî û got, “Li gel vê trajediya mirovahiyê ku li Kobanê rû daye jî em dibînin ku gelê Kurd bûye hêviya Rojhilata Navîn. Ji ber ku nirxên siberoja nû di xwe de hewandin.”

Kişanak daxuyand ku tekane rêya serkeftinê ya Rojhilata Navîn “nirxên demokratîk in” û got, “Her kes bi nasname, çand, bawerî, nirxên xwe li ser axa xwe bi awayekî azad bijî.” Kişanak wiha pêde çû: “Niha Kobanî axa kesek din nîn e. Gelê Kobanî dest naavêje heqê tu kesî. Ya di destê tu kesî ji wan nastîne û zilmê li tu kesî nake. Dixwaze li ser erdê xwe bijî. Dixwaze azad û bi nirxên demokratîk vê jiyanê bibe serî. Êrîş li ser vê heye û li wê derê gelek ku gundê xwe, erdê xwe, mala xwe, hebûna xwe biparêze, ev mafê wan ê herî heq e. Heke mirov li vê derê vê nebîne û bide ber hev, bi rastî jî neheqiyeke mezin e.”

Kişanak daxuyand ku her neheqiya tê kirin dibe sedema şikestinên mezintir û got, “Her pêkanîna wan a cudakar, her gotina wan a cudakar, dibe sedema şikestinên kûrtir. Ew dibêjin, em ê bi zêdehiya wê bersivê bidinê. A rastî her kirina wan, li ba gelê Kurd zêdetir şikestinê bi xwe re tîne. Ev gelekî ron û aşkera ye.”

Kişanak daxuyand ku ew ê di nav xebateke wiha de bin ku gelê xwe bi awayekî aborî jî, civakî jî, çandî jî û siyasî jî xurtir bikin.

Kişanak der barê projeyan de agahî dane şandeya AKEE'yê û diyarî dan.