Karkerên Ewropa alîkarî dan Kobanê
Karkerên Ewropa alîkarî dan Kobanê
Karkerên Ewropa alîkarî dan Kobanê
Heyeta ji Elmanya û Awûstûrya hat ku ji sendîkavan û siyasetmedaran pêk tê, 34 hezar û 500 Euro yê kom kiribûn radestî Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Rojava re kir. Sekreterê Giştî yê ATÎK Sûleyman Gurcan got ku wê kampanyaya alîkariyê bidomînin û wiha axivî, “Em ê bi hev re biçin Kobanê û govenda şoreşê bigerînin.”
Bi armanca piştgiriya bi gelê Kobanê re heyeta ku ji Sendîkavan û partiyên Ewrûpayî pêk tê, hevdîtinên xwe didomîne. Heyet ji Konfederasyona Karkerê Tirkiyeyî ya Ewropa (ATÎK), Yekîtiya Sendikayên Şoreşger û Demokrat (DDSB) Federasyona Ciwanên Karker ên Tirkiyeyî ya Awûstûrya (ATÎGF), endamên DERÎ-ÎŞ û Partîzan, Parlamentera Partiya Keskan a Hambûrg Fîlîz Demîrel, Parlamenterê Eyaleta Hambûrg ê Partiya Sosyal Demokrat Alî Şîmşek, Hevşaredarê Depê Burhan Kocaman ku pêk tê duh çûbûn serdana DBP’ê, îro çûn Şaredariya Pirsûs.
‘XWESTIN ŞOREŞA ROJAVA BIFETISÎNIN’
Heyetê piştî serdana şaredariyê li ber avahiya şaredariyê der barê hevdîtinên xwe yên du rojan de daxuyanî da. Sekreterê Giştî ya ATÎK Sûleyman Gurcan di daxuyaniya nivîskî de bal kişand ser girîngiya şoreşa Rojava. Gurcan got ku, piştî şoreşa Rojava berxwedan mîna kulîlkekê vebû û got, “Sîstemeke ku kesên bindest kesên biçûk tên dîtin, mezheb, çand û netewe di nava hev de bijîn derket holê. Ji bo fetisandina vê sîstemê partiyên paşverû yên li Rojhilata Navîn û di serî de hikûmeta Tirk û êrîşên dewletên din mijara gotinê ne. Serekê wan jî DYA ye.”
‘WÊ KAMPANYAYA ME BIDOME’
Gurcan di dewama daxuyaniyê de diyar kir ku ji bo Şengaliyên li navçeya Silopiya ya Şirnexê bicih bûne 25 hezar Euro alîkarî dane, ji bo Kobaniyan jî 34 hezar û 500 Euro alîkarî anîne. Gurcan da xuyakirin ku alikariyên ku anîne radestî Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Rojava re kirine û heta şoreşa Rojava bi serkeftinê encam bibe wê kampanyaya xwe bidomînin. Gurcan diyar kir ku serkeftin nêze û got, “Em ê bi hev re li Kobanê govenda şoreşê bigirin.”