Karayilan: Ji bo konferansa netewî pêşketinên girîng hene

Karayilan: Ji bo konferansa netewî pêşketinên girîng hene

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Murat Karayilan da diyarkirin ku, demek dirêje li ser konferansa netewî ya di nava Kurdan de tê kirin û ger astengiyek çênebe dê di dema pêşiya me de çêbibe, got: “Pêşketinên girîng hene” her wiha derbarê hişyariya “hefteyekê” ku dibe pêvajo bixetime jî destnîşankir ku, çavkaniya xwe ji nameyekî nehatî girtin çêbûye û got: “Ev name piştre hate dayîn. Ger name nehatiba dayîn, dê xetimîn çêbiba.”

Karayilan bi “cîhazê mezin” ku weke cîhazê bêtêl yê dûr dikişîne têzanîn bangî gêrîlayên li herêmên Dêrsim, Erzirom, Amed, Garzan, Botan, Amanos, Metîna, Heftenîn, Zap, Zagros, Gare, Xakurkê û gelek herêmên din kirine. Bi rêya bêtêlê bangî gêrîlayên HPG’ê kir. Karayilan agahiyên têkildarî pêvajoyê parvekirin û di derbarê biryarên 9’mîn Civata Giştî ya KONGRA-GEL de agahî dan gêrîlayan. Karayilan behsa peywirên emê, Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Berxwedana 14’ê Tîrmehê kir, her wiha gêrîla di hinek mijaran de şiyar kirin.

Hinek mijarê Karayilan balkişandî ser:

BERXWEDANA 14’Ê TÎRMEHÊ RUHÊ SERKEFTINÊ AVAKIRIYE

“14’ê Tîrmehê di dîroka tekoşîna me de, rojek girînge ku biryara berxwedanekî mezin dayî ye. Weke tê zanîn, di vê berxwedanê de rêhevalên me Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek şehîd ketin. Di şexsê van rêhevalên me ên di berxwedana mezin de şehîd ketine, hemû şehîden şoreşê bi hurmet bibîrtînîn û li beramberî wana bihurmet xwe ditewînîn. Em soz didin ku, li ser bîranîna wana dê Kurdistanekî azad û demokratîk bidin jiyan kirin û heya dawî di xeta wan de bimeşîn. Berhemên ku îro di şoreşê de derketîn bê gûman hemû bi saya keda şehîdên me û Rêber Apo ne.

Şehîdên Zindana Amedê, sekna milîtanên PKK’ê û PKK’ê derxistiye holê. Wana li rexmî hemû şert û mercên zehmet û bê derfet de rihê serkeftinê avakirine. Ji ber vê sedemê weke duh jî çêbûyî îro jî ew çavkanî û perspektîfên girîng ên me ne. Eger bibî xwedî vîn, bawerî û bi ruhekî fedayî nêz bibin, hûn dikarin di bin hemû şert û mercan de serbikevin. 14’ê Tîrmeha peyama vê ye.

GUHERTINÊN KU DI CIVATA GIŞTÎ DE HATIN KIRIN SÎSTEMA ME HÎN BÊHTIR BIHÊZ KIRIYE

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Murat Karayilan aşkera kir ku, di 9’emîn Civata Giştî ya KONGRA-GELî de biryarên girîng hatine girtin û wiha got: “Çawa bi awayekî sîstematîk guhertin hatine çêkirin, pêvajoya ku em tê de ne jî bi awayekî giştî hatiye nirxandin û ji bo demên pêş me jî planzayî hatine kirin.” Karayilan da zanîn ku, di destpêkê de divê di çarçoveya parêznameyan de guhertinên sîstematîk pêk bê û wiha domand: “Di peymana KCK’ê de guhertin pêk hatine û di vê çarçoveyê de pergal hat nûkirin.  Mînak Serokatiya Giştî û saziyên Konseya Serokatî hat avakirin. Dîsa ji bo konseya rêveberî û Serokatiya Giştî ya Kongreyê de sîstema hevserokatiyê pêk hat. Ev sîstema me ku li hemberî sîstema kapîtalîzmê wekî alternatîfe, zêdetir hat hêzkirin.”

DI RÊVEBIRINA PÊVAJOYÊ DE RÊVEBERIYA ME YA NÛ BI ÎNÎSIYATÎFE

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Murat Karayilan diyar kir ku, her wiha di vê pêvajoya ku em tê de ne, der barê polîtîkayên rêxistinê de biryar hatine girtin û perspektîfeke nû hatiye destnîşankirin. Karayilan da zanîn ku, Civata wan ya Giştî biryar daye ku Pêvajoya Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk ya ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin bê dewamkirin û wiha got: “Ev biryar di heman demê de dide nîşan ku rêxistina me çiqasî bi awayekî stratejîk nêzîkê vê biryarê dibe. Rêxistina me di Civata Gitşî de ji bo pêşketina pêvajoyê tiştên ku bên kirin bi berfirehî nîqaş kirine û ji bo rêveberiya nû û gavên ku dewlet bavêje derfeta ji bo pêşxistina pêvajoya nû daye rêveberiyê. Yanî rêveberiya nû pêdiviyê bibîne dikare pêvajoyê bide rawestandin, dikare bi pêş jî bixe. Di vê der barê de însiyatîf hatiye dayîn.”

Karayilan diyar kir ku, ev biryarên me û nêzikatiyên me divê ku rast werin fêmkirin û wiha got: “Ji ber ku ji ser salê heya niha ji bo ku pêvajo pêş bikeve me weke tevger hemû peywirên  ku ketin ser milê me, me pêk anîn.  Lê belê ne dewleta tirk ne jî hikûmetê li hemberî van nêzikatiyên tevgera me li cihê ku gav biavêje dikeve nava hewldanên cûda de. Bi taybetî jî dinavbera mehekê de ku gelek gav bi hatine avêtin lê belê tu gav ne avêtin. Mînak Komisyona Aqilmendan piştî ku raporên xwe pêşkêş kirin û şûnde li bendê bûn ku hikûmet gav biavêje. Lê belê gav neavêtin, berovajî xwe girtin. Ger ku li gorî raporên komisyona Aqilmendan jî ketiba rê wê gelek gav bi hatina avêtin.”

HELWESTA DEWLETÊ YA HEYÎ, GUMANEN DI GELÊ ME DE ZÊDETIR DIKE

Lê belê bi rêya hin nivîskar û hin kesên bernameyên televîzyonan bi rê ve dibin ku bi taybet wezîfedar kiriye bersiv daye tevgera me, mîna ji minareya ku diziye dixwaze qilifekî çêbike. Çêkirina projeyên qereqol û bendavan nehatine rawestandin, ketine nav lêgerînên pêşxistina pergala cerdevantiyê, sûcên li hemberî xwezayê tên kirin gihiştine asta herî jor.  Rewşa esaretê ya  siyasetmearên Kurd ên bi temamî bi awayekî kêfî hatine girtin berdewam dike, girtiyên nexweş nehatine berdan û gelek karên ku pêwîst e werin bicihanîn nehatine kirin. Li gorî ruhê demê tevnegeriyane, li hemberî van hemû pêkutiyên neheq ku gelê me helwesta xwe ya demokratîk nîşan da mîna li Licê hat dîtin bi dijwarî mudaxele kirin. Ciwanê bi navê Medenî Yildirim hat şehîdkirin.  Ev zilm û heqareteke mezin e.  Mîna dizê bi ser xwediyê malê de bigire rastiyan berevajî dike. Ev pêkutî niyeta aliyê dijber dide nîşandan û ev rewşên bi nakok dibe sedem ku gumanên di nav tevgera me û gelê me de zêde bibin. Tu bikî nekî pirsa,  “Eger niyeta wan baş be çima wisa dikin?” tîne aqlê mirovan.

‘DAXUYANIYA HEFTEYEKÊ, JI BER NAME NEHATIBÛ DAYÎN BÛ'

Herkes dizane ku mîmarê vê pêvajoya Rêber Apo ye. Lê belê Rêber Apo hînê di binê tecrîdê de ye, di şert û mercên ragirtinê de ti guhertin tineye. Divê ji bo rêvebirina pêvajoyê dawî li tecrîdê bihata û mercên wî bihata guhertin. Her weha pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hene. Tevî ku daxwazên wî yên di vî warî de nehatine bersivandin jî, Rêber Apo ji bo rêveçûna pevajoyê di nava hewldanên mezin de ye. Der heqê kar û barên qonaxa duyemîn de nameyek ji dewletê yek jî ji tevgera me re nivîsandiye. Ji heyeta çû gel wî re gotiye "Eger nameyê nedin we, ev tê wê wateyê ku naxwazin gavê biavêjin." Demek di navberê de derbas bû û name nehat dayîn. Ji ber ku name nehat dayîn, me jî di panêleke piştî kongreyê de ragihandin ku eger hikûmet di helwesta xwe ya berê dewam bike, di nava hefteyekê de guhertinan neke, wê ev pêvajo bixetime. Ji ber ku dest danîn ser nameyê û nedan me, me ev tişt gotin. Me li wê derê gotinên vala ne gotin, me gef li kesî jî nexwarin, me rastî yekser anîn ziman. Ev name jî piştre ji me re hat dayîn. Eger name nehatibûya dayîn, wê pêvajo bixetimiya. Em dixwazin pêvajoya Rêberê me daye destpêkirin, bi ser bikeve. Lê ev pêvajo li ser lingekî nameşe. Divê dewlet û hikûmet berpirsyariyên dikeve ser milê xwe bicih bîne.

EM DIXWAZIN PÊŞÎ LI PÊVAJOYA NAMEYAN VEKIN

Rêberê me di vê nameyê de, ji bo pêvajoya baştir bimeşe, der heqê kar û barên dewlet dikare bike de, nêrînan tîne ziman. Hin mijarên ku dewlet karibe derbarê de bi hêsanî gavan biavêje û baweriyê bide tevgera me, tîne ziman û avakirina 8 komîsyonan pêşniyar dike. Ev; Komîsyona Huqûq, Komîsyona Sosyo-Ekonomîk, Komîsyona Mîsakî Mîllî, Komîsyona Azadiya Jinê, Komîsyona Ekolojî, Komîsyona Civaka Sivîl, Komîsyona Ewlekariyê, Komîsyona Şopandin û Lêkolînkirina Rastiyan e. Di rêya çareseriya pirsgirêka Kurd de hewldanên cidî yên Rêber Apo hene û divê dewlet jî bi vê cidiyetê tevbigere.

Rêberê me dixwaze bi van hewldanan re pêşî li pêvajoyê veke. Karên divê em û dewlet bikin, ji nû ve tîne ziman. Bi vê yekê re hewl dide bi dewletê gavan bide avêtin û fikar û gumanên me jî ji holê rake. Em hêvîdarin dewlet wê di vê mijarê de rast nêzîk bibe û li gorî pêvajoyê gavan biavêje. Em weke tevger, di rewşeke zelal de ne. Em li pişt projeya Rêberê me pêşkêş kiriye ne.

DIVÊ BALA GERÎLA LI SER NEPENÎTIYÊ BE

Pêvajoya nû, wezîfeyên nû bi xwe re tîne. Divê heval bizanibin ku ji bo HPG'ê jî demeke nû destpê dike. Dive hemû heval ji gorî perspektîfên di destpêka pêvajoyê de hatin dayîn tevbigerin, nêzîkatiyeke seranser nîşan nedin. Bi taybetî divê mijara vekişînê bi rêk û pêk û bi plan pêk were. Bi dîsîplîneke qels, nêzîkatî neyê nîşandan. Divê rêbaza gerîla ya tevgerê, ji dest neyê berdan. Bi taybetî hevalên li Bakur li vê dîqet bikin. Ji ber ku li hin cihan binpêkirin rû didin. Ev binpêkirin ne tenê di warê pêvajoyê de, di warê pîvan, dîsîplîn, nepenîtiya gerîla û planên tevgera me de yekcaran rû didin. Divê bala hevalan li ser nepenîtiyê be, vekirî tevnegerin. Di çarçoveya planên tevgera me amade kiriye de, bi hesasiyeteke mezin tevbigerin.

EM YEKEMÎN SALVEGERA ŞOREŞA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ SILAV DIKIN

Weke tê zanîn Şoreşa Rojavayê Kurdistanê di 19'ê Tîrmeha sala 2012'an de l Kobanî destpê kir û dûre li Efrîn, Dêrik û gav bi gav li tevahiya Rojavayê Kurdistanê belav bû. Rojavayê Kurdistanê bi beşeke mezin azad bûye. Bi wesîleya salvegerê, Şoreşa Rojavayê Kurdistanê silav dikim û gelê xwe ji dil û can pîroz dikim. Di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de gelê me destanên lehengiyê nivîsandin. Endamên YPG'ê lehengiyên mezin nîşandan. Di kesayetiya şehîdê mezin Xebat Dêrik de, hemû şehîdên Rojavayê Kurdistanê bibîr tînim û dibêjim ku bîranîna wan di bilindkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de tê jîndarkirin.

Pêngava gelê me ya li Rojavayê Kurdistanê, gelekî giranbuha û pîroz e. Gelê Kurd bi vê pêngavê re veguherî hêz û vînekê. Bêguman bûyerên li Rojhilata Navîn û Sûriyê derfetan didin gelan ji bo hin pêşketinan biafirinîn û gelê me jî sûd ji van derfetan wergirt. Ji ber ku gelê Kurd gelê herî zilm dîtiye û pêdivî bi azadiyê heye. Gelê ku herî zêde wekhevî û demokrasiyê hêvî dike ye. Gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê ev derfet baş bikar aniye û bi gava 19'ê Tîrmeha sala 2012'an re xwe gihandiye pergaleke demokratîk û azad. Gelê me li wê derê rêveberiya xwe ya cewherî ava kiriye, xwe bi rêve biriye û parastiye. Xwe kiriye hêz û vîn.

Lê belê gelek hêz û derdor hene ku nikarin xwe li vê pêşketina gelê me rabigirin. Ji van hêzan a sereke Tirkiye ye. Her weha hem ji nava rejîmê hem jî ji nava mûxalîfan, hin hêzên Ereb-şovenîst û Kurdên xayin ên xwe firotine, li gelek deveran êrîşî deskevtiyên şoreşê kirine. Li Heleb, Efrîn, Serêkaniyê, Til Têmir û gelek cihên din, êrîşî şoreşa Rojavayê Kurdistanê kirin. Lê belê gelê me bi fedekariyeke mezin bi lehengî li ber xwe da û ji bo parastina deskevtiyan her li ber xwe dide.

Îro dîsa li Serêkaniyê êrîşî deskevtiyên gelê me dikin. Em hêvî dikin ev şer wê zêde belav nebe û di demeke kin de bi dawî bibe. Lê dixwazim vê bêjim: Divê hikûmeta AKP'ê dest ji tifaqa xwe ya li Serêkaniyê bi El Qaîde re dike, berde. Ji aliyekî ve îdîa dike ku pirsgirêka Kurd dixwaze çareser bike, ji aliyê din ve jî li Rojavayê Kurdistanê li dijî gelê Kurd dikeve nava tifaqên qirêj. Ev nakokî ye. Eger AKP îdîa dike ku li dijî gelê Kurd dijminahiyê nake, divê beriya her tiştî dest ji polîtîkayên dijminane yê li dijî Rojava berde.

EM NE LI PIŞT ŞOREŞA ROJAVA NE, EM LI GEL ROJEVA ROJAVA NE

YPG di nava şer de ava bû û xwe mezin kir. Hemû êrîşên li dijî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê pûç kir û bi parastina deskevtiyên şoreşê re, ji dost û dijminan re rastî nîşan da. Ji ber vê heqîqatê ye, gelê me îro li Rojavayê Kurdistanê bi awayekî azad û serbilind dijî. Tevî hemû zehmetiyan, li gel tengavî û ambargoyê jî, gelê me li ber xwe dide. Di serî de Efrîn li tevahiya Rojavayê Kurdistanê, berxwedana gelê me ya li dijî hêzên hewl didin bi birçîbûnê vîna wan bişkîne, berxwedaneke gelekî girîng û giranbuha ye. Gelê me rûmeta xwe diparêze; hemû zor û zehmetiyan çareser dike. Ji ber vê berxwedana dîrokî em rêz û hurmetên xwe pêşkêşî gelê xwe yê li Rojava dikin. Em dibêjin, em ne li pişt Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ne, em li gel Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ne.

Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi tenê Rojava rizgar nekiriye, di heman demê de stratejiya Kurd jî xurt kiriye. Komploya Navnetewî têk biriye û rê li ber gelek pêşketinan vekiriye. Vê şoreşê û pêngava sala 2012'an a li Bakurê Kurdistanê, rewşa Kurd û Kurdistanê ya li Rojhilata Navîn guhertiye. Li gel deskevtiyên Başûrê Kurdistanê, serketina pêngava li Bakurê Kurdistanê û Şoreşa li Rojavayê Kurdistanê, îro gelê Kurd derxistiye qonaxeke nû. Gelê Kurd êdî di dengeya herêmê de faktoreke girîng e û bala tevahiya cîhanê dikşîne ser xwe. Yanî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê xwedî roleke netewî ye.

Di yekemîn salvegera şoreşê de gelê me yê li Rojava û Siyaseta Rojavayê Kurdistanê dixwaze li wê derê gavekê biavêje. Dixwaze rêveberiya xwe û pergala xwe bi awayekî fermî îlan bike û dixwaze yekitiyê biafirîne. Bi vî rengî dixwaze fermî bibe. Di nava vê hewldanê de ye. Ev jî rewşeke gelekî kûr e. Ji xwe di 9. Civata me ya Giştî de ev hewldanên siyaseta Rojavayê Kurdistanê hatin nirxandin..

EM YEKEMÎN SALVEGERA ŞOREŞA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ SILAV DIKIN

Weke tê zanîn Şoreşa Rojavayê Kurdistanê di 19'ê Tîrmeha sala 2012'an de l Kobanî destpê kir û dûre li Efrîn, Dêrik û gav bi gav li tevahiya Rojavayê Kurdistanê belav bû. Rojavayê Kurdistanê bi beşeke mezin azad bûye. Bi wesîleya salvegerê, Şoreşa Rojavayê Kurdistanê silav dikim û gelê xwe ji dil û can pîroz dikim. Di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de gelê me destanên lehengiyê nivîsandin. Endamên YPG'ê lehengiyên mezin nîşandan. Di kesayetiya şehîdê mezin Xebat Dêrik de, hemû şehîdên Rojavayê Kurdistanê bibîr tînim û dibêjim ku bîranîna wan di bilindkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de tê jîndarkirin.

Pêngava gelê me ya li Rojavayê Kurdistanê, gelekî giranbuha û pîroz e. Gelê Kurd bi vê pêngavê re veguherî hêz û vînekê. Bêguman bûyerên li Rojhilata Navîn û Sûriyê derfetan didin gelan ji bo hin pêşketinan biafirinîn û gelê me jî sûd ji van derfetan wergirt. Ji ber ku gelê Kurd gelê herî zilm dîtiye û pêdivî bi azadiyê heye. Gelê ku herî zêde wekhevî û demokrasiyê hêvî dike ye. Gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê ev derfet baş bikar aniye û bi gava 19'ê Tîrmeha sala 2012'an re xwe gihandiye pergaleke demokratîk û azad. Gelê me li wê derê rêveberiya xwe ya cewherî ava kiriye, xwe bi rêve biriye û parastiye. Xwe kiriye hêz û vîn.

Lê belê gelek hêz û derdor hene ku nikarin xwe li vê pêşketina gelê me rabigirin. Ji van hêzan a sereke Tirkiye ye. Her weha hem ji nava rejîmê hem jî ji nava mûxalîfan, hin hêzên Ereb-şovenîst û Kurdên xayin ên xwe firotine, li gelek deveran êrîşî deskevtiyên şoreşê kirine. Li Heleb, Efrîn, Serêkaniyê, Til Têmir û gelek cihên din, êrîşî şoreşa Rojavayê Kurdistanê kirin. Lê belê gelê me bi fedekariyeke mezin bi lehengî li ber xwe da û ji bo parastina deskevtiyan her li ber xwe dide.

Îro dîsa li Serêkaniyê êrîşî deskevtiyên gelê me dikin. Em hêvî dikin ev şer wê zêde belav nebe û di demeke kin de bi dawî bibe. Lê dixwazim vê bêjim: Divê hikûmeta AKP'ê dest ji tifaqa xwe ya li Serêkaniyê bi El Qaîde re dike, berde. Ji aliyekî ve îdîa dike ku pirsgirêka Kurd dixwaze çareser bike, ji aliyê din ve jî li Rojavayê Kurdistanê li dijî gelê Kurd dikeve nava tifaqên qirêj. Ev nakokî ye. Eger AKP îdîa dike ku li dijî gelê Kurd dijminahiyê nake, divê beriya her tiştî dest ji polîtîkayên dijminane yê li dijî Rojava berde.

EM NE LI PIŞT ŞOREŞA ROJAVA NE, EM LI GEL ROJEVA ROJAVA NE

YPG di nava şer de ava bû û xwe mezin kir. Hemû êrîşên li dijî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê pûç kir û bi parastina deskevtiyên şoreşê re, ji dost û dijminan re rastî nîşan da. Ji ber vê heqîqatê ye, gelê me îro li Rojavayê Kurdistanê bi awayekî azad û serbilind dijî. Tevî hemû zehmetiyan, li gel tengavî û ambargoyê jî, gelê me li ber xwe dide. Di serî de Efrîn li tevahiya Rojavayê Kurdistanê, berxwedana gelê me ya li dijî hêzên hewl didin bi birçîbûnê vîna wan bişkîne, berxwedaneke gelekî girîng û giranbuha ye. Gelê me rûmeta xwe diparêze; hemû zor û zehmetiyan çareser dike. Ji ber vê berxwedana dîrokî em rêz û hurmetên xwe pêşkêşî gelê xwe yê li Rojava dikin. Em dibêjin, em ne li pişt Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ne, em li gel Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ne.

Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi tenê Rojava rizgar nekiriye, di heman demê de stratejiya Kurd jî xurt kiriye. Komploya Navnetewî têk biriye û rê li ber gelek pêşketinan vekiriye. Vê şoreşê û pêngava sala 2012'an a li Bakurê Kurdistanê, rewşa Kurd û Kurdistanê ya li Rojhilata Navîn guhertiye. Li gel deskevtiyên Başûrê Kurdistanê, serketina pêngava li Bakurê Kurdistanê û Şoreşa li Rojavayê Kurdistanê, îro gelê Kurd derxistiye qonaxeke nû. Gelê Kurd êdî di dengeya herêmê de faktoreke girîng e û bala tevahiya cîhanê dikşîne ser xwe. Yanî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê xwedî roleke netewî ye.

Di yekemîn salvegera şoreşê de gelê me yê li Rojava û Siyaseta Rojavayê Kurdistanê dixwaze li wê derê gavekê biavêje. Dixwaze rêveberiya xwe û pergala xwe bi awayekî fermî îlan bike û dixwaze yekitiyê biafirîne. Bi vî rengî dixwaze fermî bibe. Di nava vê hewldanê de ye. Ev jî rewşeke gelekî kûr e. Ji xwe di 9. Civata me ya Giştî de ev hewldanên siyaseta Rojavayê Kurdistanê hatin nirxandin û di cih de hatin dîtin. Ji ber ku di sala duyemîn a şoreşê de pêngaveke bi vî rengî ji bo Rojavayê Kurdistanê, di cih de û rast e.

DIBE KU KONFERANSA NETEWÎ DI DEMA PÊŞ DE PÊK WERE

Weke ku tê zanîn Rêberê me ji bo 4 konferansan bang kiribû. Ji van 3 (Tirkiye, Bakurê Kurdistan û Derveyî Welat) pêk hatin. Niha jî Konferansa Netewî di rojevê de ye. Eger astengiyek dernekeve wê konferans di dema pêş de pêk were. Li ser vê bingehê xebat û hevdîtin dewam dikin. Pêşketinên girîng hene. Gelê me bi salane xeyala platformeke yekitiya netewî ya navbera her çar parçeyan dijî. Em hêvîdarin ev xeyala gelê me wê pêk were."