Karayilan: Em ji bo aramiya hemû Rojhilata Navîn têdikoşin
Karayilan: Em ji bo aramiya hemû Rojhilata Navîn têdikoşin
Karayilan: Em ji bo aramiya hemû Rojhilata Navîn têdikoşin
Serokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Mûrat Karayilan, yek ji rojnameya herî mezin a Misrê Misir El-Yewm re axivî. Karayilan dibêje: “Em ji bo aramiya hemû Rojhilata Navîn tê dikoşe” û balê dikişîne ser pêvajoya aşitiyê ya ku li Tirkiyeyê hatiye destpêkirin. Karayilan, Tirkiyeyê hişyar dike, da ku bi awayekî erênî nêzîkî van muzakereyên aştiyane, yên ku bi înîsyatifa Ocalan hatine destpêkirin bibe û pêwistiyan bi cîh bîne.
Sernivîskarê Rojnameya Misir El-Yewm, El-Seyid Bedilfetah çû çiyayên Qendîlê û bi Serokê Konseya Rêveber a KCKê Murat Karayilan re hevpeyvîn pêk anî. Beşek ji hevpeyvinê îro di rojnameya El-Yewmê de hate weşandin û beşên din jî wê di rojên pêş de werin weşandin.
Karayilan di hevpeyvînê de balê dikşîne ser pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û dibêje, wan ji bo piştgiriya bi pêvajoyê re 23’yê Adarê agirbest îlan kirine.
GUMANÊN ME JI AKP’Ê HENE
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Karayilan, Tirkiyê hişyar dike, da ku bi awayekî erênî nêzîkî van muzakereyên aştiyane, yên ku bi înîsyatifa Ocalan hatine destpêkirin bibe û pêwistiyan bi cîh bîne.
Murat Karayilan di dewama axaftina xwe de dibêje, ku niha jî gûmanên wan ji AKP'ê hene, lê ew bi israr dibêjin ku, pediviya Tirkiyeyê bi aştiyê heye.
Serokê Konseya Rêveber a KCKê Karayilan dibêje; “Em niha di têkoşîna xwe de gihîştine asta herî bi hêz û ji bo şer amade ne, lê belê ji bo me aştî pêwist e.”
Karayilan der barê pirsgirêka kurd de rexne li welatên Ereban jî dike û dibêje, ev welat bi pirsgirêkên navxweyî re pir mûjil in, lewma jî xwe ji meseleyên herêmê dûr digirin.
Karayilan got, PKK tenê ji bo pirsgirêka Kurd û gelê Kurd şer nake, ji bo demokrasî û azadiya hemû gelên herêmê têkoşîn dide û dixwaze ku aramiyek were nava gelên herêmê.
Li ser pirsa derbarê rewşa Misrê de jî Karayilan dibêje; “Heta niha Misir di qonaxeke şoreşê de ye û negîhiştiye qonaxa aramiyê. Şoreş berdewam dike, em hêvîdar in ku gelê Misirê bigihîje hêviyên xwe yên şoreşê û armancên wan pêk werin.
Herî dawî Karayilan daxwaz li muxalefeta Misrî kir da ku bi hev re li ser demokrasî, jiyaneke azad û mafên gelan hevkariyê bikin.