Karaaslan ê li Qoserê hat qetilkirin hat veşartin
Karaaslan ê li Qoserê hat qetilkirin hat veşartin
Karaaslan ê li Qoserê hat qetilkirin hat veşartin
Cenazeyê Kerem Karaaslan ê li navçeya Mêrdîn Qosêrê, di dema protestoya êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de di gulereşandina ji wesayîteke plaqe nediyare de jiyana xwe ji dest da, li gundê Qûbikê hat veşartin.
Kerem Karaaslan ê li gundê Qûbikê di 7'ê Cotmehê de, di protesteyoa êrîşên DAIŞ'ê de ji ber gulereşandina ji wesayîteke bi plaqe nediyar jiyana xwe ji dest da, hat veşartin.
Cenazeyê Karaaslan ê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê, duh êvarê ji aliyê bi sedan kesî ve hat wergirtin û ji bo bê veşartin, birin gundê Qûbikê yê Qoserê.
Li dû bicihanîna wecîbeyên olî cenazeyê Karaaslan hat veşartin. Di dema merasîma cenaze de timî dirûşmên "Şehîd Namirin" hatin qîrîn û wêneyên Karaaslan û alên PKK'ê hatin vekirin.
Li dû veşartina cenaze, di kesayetiya Karaaslan de ji bo bîranîna hemû cangoriyên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, li ser gor deqeyek rêz hat girtin.
Serokê MEYA-DER ê Qoserê Xelîl Togûç di merasîmê de axivî û nerazîbûneke tund nîşanî gotinên hikûmeta AKP'ê û Serokkomar Erdogan da.
Piştî Togûç ji rêveberên DBP'ê yê Qoserê Ramazan Bîlge peyivî û got, "Gelê Kurd ji gundên wan derxistin, ji warên wan derxistin, malên wan şewitandin. Lê ti carî gelê Kurd dest ji doza xwe berneda, bernade. Bila ev wiha bê zanîn. Karaaslan ne şehîdê me yê yekemîn ne jî yê dawî ye. Lê belê hûn jî vê bizanin ku gelê Kurd wê ti carî rûmeta xwe binpê neke. Kobanê rûmeta gelê Kurd e. Heta ku êrîşên li hemberî Kobanê nesekinin, xewa li me heram e. Rûniştina li malê heram e."
Kekê Karaaslan Îrfan Karaaslan jî ji her kesên ew bi tenê nehiştin re spasiyên xwe pêşkêş kir û got, "Serê gelê Kurd sax be."
Li dû merasîma cenaze, li mala malbata Karaaslan a li gundê Qûbikê konê sersaxiyê hat vedan û girseya gel sersaxî ji malbatê re xwest.





