Jinên ji Kobanê banga tevlîbûna berxwedana dîrokî kirin
Jinên ji Kobanê banga tevlîbûna berxwedana dîrokî kirin
Jinên ji Kobanê banga tevlîbûna berxwedana dîrokî kirin
Li Kobanê, ku ev 21 roj in di asta herî bilind de li hemberî çeteyên DAIŞ'ê têkoşînek tê nîşandan, şer dewam dike. Jinên ji Kobanê yên li salona dawetê ya Şaredariya Pirsûsê hatin bicihkirin destnîşan kirin ku ew ji YPG û YPJ'ê piştrast in. Jinan, li dijî çeteyên ku tevahiya cîhan li pişt e, bang li her kesî kir ku tevlî refên YPG/YPJ'ê bibin.
Navçeya Riha Pirsûsê bi rojane ji lehengiyên YPG/YPJ'ê re şahidiyê dike. Jinên Kobaniyî ku ji dil û can bawer dikin Kobanê wê têk neçe, li Pirsûsa ku malbatên wan ew lê bicih kirine, li benda nûçeyên serketina berxwedanê ne. Jinên ji Kobanê yên li salona dawetê ya Şaredariya Pirsûsê hatin bicihkirin, dan xuyakirin ku eqw bi YPG û YPJ'ê piştrast in û bang li hemû Kurdan kirin ku wan bi tenê nehêlin. Remziye Mihemmed a berî 5 rojan ji Kobanê hat Pirsûsê got, "Ez ji bajarê Kobanê têm. Bi qasî 5 roj in li Pirsûsê me. Hêviya me ji berxwedana Kobanê heye. Bang li her kesî dikim ku berê xwe bidin Kobanê. Hemû mêr, bi taybetî jî ciwan divê tevlî berxwedana Kobanê bibin. Kobanê mifteya Kurdistanê û ruhê serhildanê ye."
Remziye Mihemmed da zanîn ku jinên Kobanê gelekî fedekar in û got, "Li pêşberî berxwedana YPJ'ê em gelekî kêfxweş in. Li cîhanê hêzeke bi vî rengî nîne. Rêxistinbûyîna kesî ne weke ya Rojava ye. Niha tevahiya cîhan bazarê li ser Kobanê dike. DYA, Tirkiye, Îran û Sûriye jî di nav de. Her kes ji berxwedana Kobanê û Rojava ditirse. Kobanê bajarekî gelekî mezin nîne. Lê belê ev 2 sal in li ber xwe dide. Berxwedêrên Kobanê wê heta dawiyê li ber xwe bidin."
Remziye Mihemmed êrîşên li hemberî Kobanê nirxand û got, "Dijminê derdikeve pêşberî me ne dijminekî ji rêzê ye. Mirovan serjê dike, dest diavêje jinan, dest datîne ser malên mirovên xizan. Mirovan ditirsînin. Lê belê eger berxwedana Kobanê nebûya, em ê jî weke Şengal û Mûsil bibûna. Gelek lehengî û şehadet hene. Em deyndarê wan in. Banga min li tevahiya kurdan e; çawa ku ji her deverê tevlîbûn li nav çeteyên DAIŞ'ê çêdibe, dixwazim ku her Kurd li cihê lê ye tevlî berxwedana Kobanê bibe."
Fatma Ehmed Îbrahîm jî da xuyakirin ku ew berê li Helebê bûn û got, "Em li vir penaber bûn. Berê em li Helebê bûn. Niha jî em hatin vir. Me hemû mêr di vî şerî de winda kir. Ji me Kurdan çi dixwazin? Bila bêjin ji me çi dixwazin. Me heywanên xwe, xaka xwe, zarokên xwe, her tiştên xwe di vî şerî de winda kirin. Bi tenê em extiyar man. Yekane tişta di destê me de ma, namûsa me ye. Gunehê me Kurdan çi bû? Em pişta xwe bi tenê dispêrin Kurdan, wekî din tiştek, kesek nîne em pişta xwe bispêrê. Bi sedan dewlet li hemberî me şer dikin. Bila her kes vê bi vî rengî zanibe."
Fatma Îsmaîl a ji cih û warên xwe bûye û her du çavên wê ji dema çêbûnê ve nabîne, mîna ku dersê bide tevahiya mirovahiyê wiha diaxive: "Kapîtalîzmê ji bo berjewendiyên xwe em firot. 4 mîlyon Kurd li ser xaka xwe kir penaber. Di nava van mirovan de jin, zarok û extiyar hene. Ez dewleta Tirk şermezar dikim. Destekê didin çeteyên DAIŞ'ê. Em ji ber wan li welatê xwe bûn penaber." Îsmaîl diyar kir ku hêzên hegemonîk bi tank û topan destekê didin çeteyên DAIŞ'ê û got, "Dîsa bang li Kurdan dikim. Bila YPG û YPJ'ê bi tenê nehêlin. Yên ku li vir alîkariyê didin me DBP û wekîlên HDP'yî ne. Gelê Kurd e. Banga min li tevahiya Kurdan û ciwanên Kurd e; destekê bidin YPG û YPJ'ê. Ez dewletên navneteweyî şermezar dikim. DAIŞ a ku îro hewl dide me bişewitîne, wê sibê di vî şerî de wan jî bişewitîne."