Jinên Colemêrgê li dijî cerdevaniyê çalakî li darxistin

Jinên Colemêrgê li dijî cerdevaniyê çalakî li darxistin

Jinên Colemêrgê balkişandin ser sîstema cerdevaniyê ku li herêmê rê li ber gelek pirsgirêkan vekiriye û bi taybetî di demê dawî de cerdevan ji têkel bûyerên destdirêjiyê bûne. Jinan xwest ku sîstema cerdevaniyê ji hev bê belavkirin.

Di pêşangiya Meclîsa Jinan ya BDP'ê de Jinên Colemêrgê balkişandin ser sîstema cerdevaniyê ku li herême rê li ber gelek pirsgirêkan vekiriye. Jinan têkildarî mijarê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Duh piştî fitarê li ber avahiya Navenda Jinan ya Binefşê gelek jin li hev civiyan û çalakî li daxistin. Hevseroka BDP'ê ya Colemêrgê Esmer Tekîn û Alîkara Serok Hatîce Demîr, Cîgira Serokê Meclîsa Gîştî ya Bajar Mehtap Daştan Demîrer, Aktivistên Dayîkên Aşitiyê yên Colemergê û reveberê BDP'ê yên Colemêrgê tevlî daxûyaniya çapemeniyê bûn.

Li ser navê jinan, berdevka Meclîsa Jinan ya BDP'ê Perîhan Karaman axaftinek kir. Karaman balkişand ser mijarê û wiha axivî:" Di sala 1985 vir ve pergala cerdevaniyê li herême rê li ber gelek pirsgirêkan vekiriye, pirsgirêkekî gelek girînge em pêre rûbirû bûne, niha jimara cerdevanan nêzî 80 hezariye. Jiyana civakê mîlîtarizme dike, bi kiryarên xwe civakê aloz dike.Diwarê exlaqî de civakê têkdibe, ev 80 hezar cerdevan di herêmê de tevlî bûyerên qirêj dibin, mafan bin pêdikin, kuştinên kiryar nediyar dikin, destdirê jî jinan dikin."

Karaman anî ziman ku, cerdevan di herêmê de roja ku tawanan neke nîne û wiha got: " Hebûna sîstema cerdevanîyê, jiyana jinan dizivirîne cehnemê. Bi çekên dewletê jinên temenên wan biçûk direvîne, bi riya destdirêjiyê jinan neçar dike ku bi wan re bizewice. Bi hovitiya destdirêjiya komî jiyana jinan têkdibe. Heya sîstema cerdevaniyê ji hev belav nebe,heya 80 hezar cerdevan dest ji çekan bernede aşitiya civakî pêknayê.Em weke Meclîsa Jinan ya BDP'ê dibêjin, pêwîste cerdevaniyê ji hev bê belavkirin û girtina cerdevanên nû bê rawestandin û cerdevanên ku ketine nav tekîliyên qirêj bê darizandin û cezakirin."

Jinan da diyarkirin ku, "Em weke jinên Kurd divê pêwîste çêkirina avahîyên baregehan bê sekinandin û heta em dixwezin baregehên heyî jî bên girtin." û piştgiriya xwe ji bo "Şoreşa Rojava" anî ziman û da destnîşan kir ku dê li gel gelê rojava bin.