Jinên ciwan salvegera Şoreşa Rojava silav kirin

Jinên ciwan salvegera Şoreşa Rojava silav kirin

Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger bi boneya salvegera Şoreşa 19᾿ê Tîrmehê meşek meşela lidarxistin.

Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger li Qamişlo bi boneya salvegera Şoreşa 19᾿ê Tîrmehê duh êvarê bi beşdariya Endamên saziyên civakî yên sivîl, PYD, Tevgera Çand û Hunerê û Endamên Meclisên Qamişlo lidar xist.

Meş ji ber Mizgefta Qasimo bi rêzgirtinê destpê kir. Meşvanên ku bê navber siloganên “Bijî berxwedana 14 Tîrmehê, Bijî şoreşa19 Tîrmehê, Bijî berxwedana Gelê Kurd” qîrkirin heta Meydana Osman Sebrî meşiyan û li vir daxuyaniya Tevgera jinên Ciwan ên Şoreşger ji aliyê Arjîn Bawer ve hate xwedin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, şoreşa 19᾿ê Tîrmehê bingeha xwe ji berxwedana 14᾿ê Tîrmehê girtine. Piştî daxuyanî bidawî bû sînevîzyon li ser şoreşa 19᾿ê Tîrmehê hate pêşkêşkirin. Piştî sînevîzyonê meş bidawî bû.