Jinên buroya TRT'ê dagirkirin hatin binçavkirin
Jinên buroya TRT'ê dagirkirin hatin binçavkirin
Jinên buroya TRT'ê dagirkirin hatin binçavkirin
Komek endamên Tevgera Jinên Azad Demokratîk (DOKH) û Dayikên Aştiyê ku bi boneya êrîşên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê şermezar bikin buroya Mudûriyeta Herêma Amedê ya TRT'ê dagir kir. Nûçegihanên DÎHA û JINHA ku nûçe dişopandin jî di nav de hemû jin hatin binçavkirin.
Komek endamên Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) û Dayikên Aştiyê bi boneya êrîşên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê şermezar bikin Buroya Midûriyeta Herêmê ya Amedê ya TRT'ê dagir kirin. Koma ku ji 20-25 jinan pêk dihat piştî xwestin têkevin avahiyê ji aliyê parazvanê avahiyê ve hatin rawestandin. Parêzvanê avahiyê ku bi çekê jin tehdît kirin û demençeya xwe derxist jerjora çekê ket xwar. Li ser vê yekê jnan bertek nîşan dan û alozî derket. Piştî di navbera jinan û endamên hêzên taybet ên ewlehiya avahiyê de nîqaş derketin camek avahiyê şikest. Jinan di çalakiya xwe de slogana "Bijî berxwedana Kobanê" , "Bila korîdora alîkariyê ji Kobanê re vebe" berz kirin. Jinan piştre li ber avahiyê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Piştî jinan xwest personel lêborînê bixwaze û li ser çalakiya jinan personelê ku bi çekê gef xwar lêborîna xwe ji jinan xwest. Piştî bûyerê gelek polîsên hêzên çevîk hatin cihê bûyerê û jin dorpêç kirin.
Polîsan jin binçav kirin û xistin otobusan. Nuçegîhanên DÎHA Gokhan Altay û JINHA Kader Gozuogli û Melek Yuksel jî ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.