Jinan li sînor zincîra aştiyê çêkirin

Jinan li sînor zincîra aştiyê çêkirin

Di pêşengiya Hewldana Jinan ji bo Aştiyê de bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê jinên xwestin cejna xwe li Pirsûs derbas bikin li sînor zincîra aştiyê çêkirin.

Di pêşengiya Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê de bi armanca piştgiriya ji berxwedana Kobanê re jinên ji Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hatin Pirsûs li sînor zincîra aştiyê çêkirin.

Di çalakiyê de ku Parlamentera HDP’ê Sebahat Tuncel jî amade bû jinan pankarta, “Piştgiriya ji DAIŞ re tê wateya li Rojava şer, Aştî wiha nabe” vekirin û pankartên,  “Jin, Jiyan, Azadî”, “Jin şer naxwazin”, “Bijî berxwedana Kobanê” gotin.

Jinan bi dirûşmayan govend gerandin û bi kevirên komkirin li erdê YPG/YPJ nivîsandin.

Çavlirê ye jinên çalakiya xwe didomînın daxuyaniyeke çapemeniyê li dar bixin.