Ji zimanê zarokan berxwedana Kobanê

Ji zimanê zarokan berxwedana Kobanê

Zarokên nasnameya berxwedana Kobanê vegotin diyar kir ku Kobanê wê nekeve û şûnde vegerin ser axa xwe ya ku xwişk û birayên wan azad kirine.

Zarokên Kobanê yên ji ber  êrîşên DAIŞ’ê reviyan û li Pirsûsê bicih bûn xizmên xwe yên di nava YPG û YPJ’ê de li ber xwe didin vegotin. Ehmed Osman yê 14 salî, Xelîl Mihemed ê 15 salî û Diyar Mihemed ê 10 salî ku di qatê binî yê şaredariya Pirsûsê de dimînin wekê kakile berxwedana Kobanê ne. Zarokan diyar kirin ku wê xwişk û birayên wan qezenc bikin.

'YPG, YPJ WÊ QEZENC BIKE’

Ehmed Osman yê ku sale berê bavê xwe ku şervanê YPG’ê bû winda kir diyar kir ku du xwişkên wî yên bi navê Zozan û Semîre jî tevlî YPJ’ê bûne û got: “Ez çûm cem YPG’iyan û min xwest ez tevlî YPG’ê bibim. Ji min re gotin tu biçûk î. Ez dizanim ew ê qezenc bikim. Ew ji her kesî Kobanê hez dikin. Ez gelek ji wan hez dikim. Wan silav dikim. Min gelek bêriya xwişkên xwe kiriye. derfet hebûya min ê cîhan bo wan derbas bikira.

EM Ê LI BER XWE BIDIN

Osman saeta kesk-sor û zer a xwişka wî diyariyê wî kiribû nîşan da û got: Heval Zozan ev da min. Dayika min jî bi ecelê xwe mir. Ez û birayê xwe niha li Pirsûsê ne. Çeteyan dînê Kobanê bi cil û bergên YPG’iyan revandin û qetil kirin. Eleqeya van bi Îslamê re tune ye. Ev ji bo me tiştekî îfade nakin. Heta yek Kurdek bimîne em ê li ber xwe bidin. Dewletên din tankan didin wan. Kes tiştekî nade me. Lê YPG û YPJ dê qezenc bike.”

MIN NEDIXWEST BÊM

Birayên şervanê YPG’î Fîraz, Xelîl Mihemed got ku ji bo biçe Kobanê her roj diçe sînor û got: “Me bernadin. Ger em bimirin em dixwazin li wir bimirin. Em diçin sînor bombeyên gazê davêjin me. Birayê min Firaz me bihist ku birîndar bûye. Lê neanîne vî alî.  Berê jî birîndar bû. derman bû û dîsa çû şer. Malbatê nîşana wî çêkir. Lê wî got ez nikarim bizewicim. Piştre dê, bav û xwişkên min hatin Pirsûsê.  Ez ji wan reviyam û çûm YPG’ê. Ez sê rojan li gel wan mam. Birayê min Fîraz ez şandim.”


 

KOBANÊ WÊ NEKEVE

Birayê din ê Firaz, Diyar Mihemed jî ku ji rûyê wî ken kêm nabe. Mihemed got wê Kobanê nekeve û gelek bêriya birayê xwe Firaz kiriye.