Ji YPG’ê li dijî çeteyan çalakiyên bi bandor
Ji YPG’ê li dijî çeteyan çalakiyên bi bandor
Ji YPG’ê li dijî çeteyan çalakiyên bi bandor
Hêzên YPG’ê li rojhilat û başurê Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakiyên bi bandor li dar xistin. Di encama çalakiyan de gelek çete hatin kuştin û gelek cebilxane jî hatin desteserkirin.
Li gorî nûçeya ANHA’yê, di saetên piştî nîvro de, li devera Kaniya Kurdan a li rojhilatê Kobanê di navbera hêzên YPG’ê û çeteyan de şer qewimî. Di encama şer de gelek çete hatin kuştin, lê agahiyên zelal nehatin bidestistin. Di heman şerî de 2 kelaşnîkof, yek BKC, 15 bombeyên destan, gelek gule û hinek pereyên Tirkiye û Sûriyeyê hatin desteserkirin.
Hêzên YPG’ê li Kolana Şaredariyê ya li rojhilatê bajar li di jî çetyan çalakiyek lidar xist. Di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin.
Li başûrê bajar jî şervanên YPG’ê di encama suîqestê de çeteyek kuştin. Li heman eniyê hêzên YPG’ê li dijî çeteyan çalakiyek li dar xistin û di encamê de motorsikletek û çekek doçkayê hatin derbkirin.
Li aliyê din balefirên şer ên koalîsyona li dijî DAIŞ’ê, li rojavayê Kobanê gelek gundên ku çete tê de bûn, bombebaran kirin. Li rojhilat jî balefiran devereke ku çete de tê bûn, bombebaran kirin. Derbarê encamên bombebaranan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.