Ji YPG’ê çalakiyê bersivdayinê: 9 leşker hatin kuştin
Ji YPG’ê çalakiyê bersivdayinê: 9 leşker hatin kuştin
Ji YPG’ê çalakiyê bersivdayinê: 9 leşker hatin kuştin
Piştî bombebarana hêzên rejîmê ya li hemberî Taxa Şêxmeqsud ku di encamê 15 kesan jiyana xwe ji dest da, hêzên YPG’ê jî çalakiya bersivdayînê lidar xistn. Di encama çalakiyê de 9 leşkerên Sûriyeyê hatine kuştin.
Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê mijarê daxuyaniyekê nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di saetên sibê de, dema hêzên rêjîma Sûriyeyê ji aliyê benda Elcezîrê êrîş kirin û xwestin têkevin Taxa Şêxmeqsud, rastî bersivdayina YPG’ê hatine û di encamê de pevçûn derketine. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di dema pevçûnan de, balfirên şer ên Sûriyeyê Taxa Şêxmeqsud bombebaran kirin û di encamê de15 welatiyên sivîl jiyan xwe jidest dane.
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku piştî bombebarê û komkujiya li dijî sivîlan pêk hatiye, şervanên YPG’ê jî li riya di navbera benda kontrolê ya Cezîrê û devera Pira El Ewarid de, çalakiya bersivdayînê lidar xistiye. Hate diyarkirin ku di encama çalakiyê de 9 leşkerên Sûriyeyê hatine kuştin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li derdora benda kontrolê ya Elcezîrî pevçûn didomin.
Di dawiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ku tevî tang, topbaran û bombebarana balafirên Suryê jî, YPG wê xwedî li soza xwe ya ji bo parastina gel derkeve û peywîra xwe bicîh bîne, her wiha bersiva hemû êrîşan bide.