Ji Yekitiya Gaziyên Kurdistanê banga tevlibûna pîrozbahiya Amarayê
Ji Yekitiya Gaziyên Kurdistanê banga tevlibûna pîrozbahiya Amarayê
Ji Yekitiya Gaziyên Kurdistanê banga tevlibûna pîrozbahiya Amarayê
Yekitiya Gaziyên Kurdistan (YGK) der barê 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyaniyek da. YGK’ê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû gelê kurd û gelên cîhanê pîroz kir û banga tevlibûna pîrozbahiya li Amarayê kir.
YGK diyar kir ku bihar tê wateya vejîne, nûbûn û zayînê û got: “ Di biharê de her tişt xwe nû dike, xemlên xwe yên herî xweşik werdigire, xweza xweşkahiya xwe nîşanî her zindiyê dide. Bihar herî zêde jî li Kurdistanê xweşik dibe. Kurdistan ji bo mirovahiyê bingeha hemû nirxên kominal û demokratîk e. Cihê Roj hiltê û mirovahî Ronî dike ye. Roj herî zêde biharê xweş e. Di biharê de Roj mirov aciz nake, li ber germahiya Tava biharê hemû xweza bi coş dibe, berê xwe dide wê. Kurdistanî ji Rojê gelek hez dikin, pê re girêdayî ne, wateya wê baş dizanin.”
YGK’ê di berdewamiya daxuyaniya de wiha got: “Bihara 4’ê Nîsana 1949’an ji bo Kurdistaniyan van wateyan hemuyan zindî bike, mizgîniyek zayîbû. Navê wî Abdullah OCALAN... Kurdistanî jê re dibêjin ROJ, ROJA me. Beriya vê zayînê Kurdistan bibû qebra hêviya Azadî û xwebûnê. Ji bo Azadî û xwebûnê hêvî jî nemabû. Ji bo careke din ev hêvî zindî bibe bihareke bi wate diviyabû. Jidayikbûna Rêber Apo ji bo Kurdistaniyan hewqas bi wate ye, ji ber vê ye. Zayîneke biharê ye, zayineke nubûnê ye, zayîneke hêvî û hestên Azadiyê ye. Rêber Apo ji Kurdistaniyan mizginiya Rojên nu, Rojên AZAD e. Rojbûna Rêber Apo vejîna têkoşîna li hemberî dagirkeriyê ye. Zayîna Rêber Apo vejîn e, mîlad e û xwebûn e.”
Yekitiya Gaziyên Kurditanê destnîşan kir ku kurd beriya 3 zayînên Rêber Apo tunebun, ji xwebûnê derketibû, navê wan hatibû tunekirin, ji bilî Kurdbûnê her tişt bûn û wiha pê de çû: “ Valî bû, cehş bû, polîs bû, ixanetkar bû, zilamê zalim bû, lê ne Kurd bû. Êrîşa li jinê bû, dagirkerî bû, koletî bû, êş bu, rondik bû, paşerojeke reş bu, tarî bû, lê ne Kurd bû. Ronahiya Rêber Apo ev rastî hemû derxist holê, Kurd bûn Kurd. Di dîroka Kurdistanê de mirov mêze bike, gavên nû, hêvîyên nû, têkoşîn û serkeftinên nû her tim biharê şîn dibin. Bihara herî xweş a Kurdistanê Rojbûna Rêber Apo ye. Em wek mîlîtanên Rêber Apo, Gaziyên Kurdistanê Rojbûna Rêber Apo di destpêkê de li Rêber Apo, şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê, hemu hevalan, hevalên li zindanan, gelê xwe, dostên bi rumet û hemû Cihanê pîroz dikin. Em bang li hemû gelê xwe, ciwan û jinan dikin da ku li gorî banga Rêbertî ya Newrozê tevlî pêvajoyê bibin. Hemla Rêber Apo ya aştiyê xurt bikin. Em bang li hemû kesî dikin ku bi hêzeke mezin tevli meşa Amarayê bibin û piştgiriyê bidin pêvajoyê.