Ji Tevgera Goran bo Kobanê banga desteka dîplomasî û leşkerî

Ji Tevgera Goran bo Kobanê banga desteka dîplomasî û leşkerî

Fraksiyona Tevgera Goran li Parlamentoya Herêma Kurdistanê xwest ku Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi awayekî lezgîn ji bo rewşa Kobanê û Şengalê bicive. Tevgera Goran bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku alîkariya siyasî, dîplomasî û leşkerî ji bo Rojavayê Kurdistanê û Kobanê bike.

Tevgera Goran,  daxuyaniyeke nivîskî li ser rewşa Şengal û Kobanê weşand û ji Hukûmeta Herêma xwest di warê siyasî, dîplomasî û leşkerî de piştgiriyê bide Rojavayê Kurdistanê û banga kombûna parlamentoyê kir.

Tevgera Goran got: “Piştî êrişa li dijî Şengal û çend deverên din ên Başûrê Kurdistanê û êrişa qirkirina Êzidiyan, koçberkirina birayên me yên Xiristiyan, Kakeyî û Şebek; DAIŞ’ê berê êrîşên xwe da Rojavayê Kurdistanê. Ev çend roj e derdora Kobanê dorpêç kiriye. Niha bajarê Kobanê û rûniştvanên wê di bin êriş û gefa tunebûnê de ne.”

Tevgera Goran di daxuyaniya xwe de, hin daxwaz pêşkêşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û raya giştî kir û got: “Divê sazî û rêxistinên Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariya siyasî, dîplomasî û leşkerî ji bo Rojavayê Kurdistanê û Kobanê zêde bike.               

Tevgera Goran bang li hukûmetê kir ku hêzên hevpeymanî yên li dijî DAIŞ’ê alîkariyên xwe yên ji bo rizgarkirina Kobanê û rûniştvanên wê zêdetir û berfirehtir bikin” û herî dawî ev daxwaz kir: “Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê bi awayekî lezgîn û bi amadebûna aliyên siyasî, civîneke taybet li ser rewşa Kobanê li dar bixe.”