Ji Rûsyayê li Bangladeşê projeya mezin a nukleerî

Rûsya, ku têkiliyên xwe yên bi cîhana rojava re di salên dawî de nebaş bûye, li welatên Asyayê hewldanên xwe yên ji bo razemendiya aborî didomîne.

Rûsya, ku têkiliyên xwe yên bi cîhana rojava re di salên dawî de nebaş bûye, li welatên Asyayê hewldanên xwe yên ji bo razemendiya aborî didomîne.

Bi peymana navbera welatê herî qelebalix ê Asyayê Bagladeş û Rûsyayê re, biryar hat dayîn ku koma enerjiyê ya Rûs Rosatom, îhaleya çêkirina navenda nukleerê ya ji 11,6 mîlyar dolarî werbigire.

Li gorî peymanê, Rosatom wê li Bangladeşê, du santralên xwedî kapasîteya hezar 200 megawat enerjiyê çêbike. Wezareta Zanistî û Teknolojiyê ya Bangladeşê diyar kir ku her du santral wê li herêma Îswardî ya 160 kîlometre dûrî paytext Dakka bên çêkirin û wê di destpêka salê de xebatên çêkirinê destpê bikin.

Li gorî peymanê, Rûsya wê ji sedî 90 ê lêçûnên avakirina santralan weke kredî fînanse bike. Kredî wê piştî 10 salan destpê bike û di nava 28 salan de bê dayîn.

Wezareta Maliyeyê ya Bangladeşê da zanîn, ku peymana bi Rûsyayê re hatiye morkirin, mezintirîn projeya hilberîna elektrîkê ya li welêt e.

Tê plankirin ku santala yekemîn di sala 2022'an, santrala duyemîn jî di sala 2023'an de dest bi xebatê bike.