Ji Qamişloyê ji bo penaberên Şêxmeqsûd alîkarî
Ji Qamişloyê ji bo penaberên Şêxmeqsûd alîkarî
Ji Qamişloyê ji bo penaberên Şêxmeqsûd alîkarî
Alîkariyên ku ji 10 kamyonan pêk tên û ji bo penaberên ji Helebê hatine Efrînê, ji bajarê Qamişloyê roja pênşemê hatibûn şandin, gihîştin Efrînê.
Beşek ji alîkariyên ku sazî û partiyên siyasî yên li Bakûr û Başûrê Kurdistanê şandibûn Qamişlo, ji bo paneberên ku ji ber êrîşên rejîma Baasê yên li ser taxên kurdan ên Helebê koçber bûne û li bajarê Efrînê bi cîh bûne, hatin şandin. Alîkariya ku ji 10 kamyonan pêk tê, gihîştin Efrînê.
Alîkarî ji aliyê Komîteya Xizmetê ya Desteya Bilind a herêma Efrînê ve hate wergirtin û li embarên berê yên çîmentoyê ku li ketina bajêr in hatin bicîhkirin. Alîkarî dê li penaberên ku ji Helebê hatine û hejmara wan digihîje 150 hezarî bêne belavkirin.
Alîkariya hatiye şandin ji ard, birinc, zeyt, şîrê zarokan, tiştên din ên jiyanî, cil û betaniyan pêk tê.