Ji PKK peyama 4’ê Nîsanê

Ji PKK peyama 4’ê Nîsanê

Komîteya Rêveber a PKK’ê  bi wesîleya 64’emîn Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanyek da û got xwest 4’ê Nîsanê bibe roja aştî û biratiyê.

Komîteyê diyar kir ku ketine pêvajoyeke dîrokî û rojbûna Ocalan wek roja şînbûna hêviyên ku tune bibûn, bi nav kir.

Peyma PKK’ê wiha ye: “Em gelê kurd ketine pêvajoyeke dîrokî ya nû.  Pêşneg, mîmar û afrînerê vê pêvajoya dîrokî ku bi bedelên giran hat vê rojê Rêber Apo ye. Bi perspektîfa têkoşîna nû ya ku Rêber Apo di Newroza 2013’an de aşkera kir re  parastina hebûna ku em dimeşînin û şerê ku ji bo azadiyê ketiye qonaxeke nû. Di vê demeke wisa girîng de pêşwazîkirina 64’emîn rojbûna Rêbr Apo ji bo me milîtanên Tevgera Azadiyê, gelê kurd û dostên kurdan xwedî wateyeke girîng e. Bi vê wesîleyê em 4’ê Nîsanê  li Rêber Apo, gelê kurd û hemû mirovahiyê pîroz dikin. 4’ê Nîsanê roja  ku jiyaneke azad ji bo gelê kurd derketiye derve, hatina biharê û şînbûna hêviyên hatibûn qutkirine.

4’ê Nîsanê ji bo gelê kurd û hemû civakên bindest yên gelên Rojhilata Navîn vejîneke ku rupeleke nû vekiriye.  4’ê Nîsanê hemû hewldanên tunekirina gelê kurd vala der xistiye. 4’ê nîsanê ji ber vê her sal ji aliyê Gelê Kurd ve bi coşek mezin tê pêşwazîkirin. Wek roja rizgariyê, vejînê dibîne û xwedî lê derdikeve.

Rêber Apo ji zarokatiya xwe heta îro bê navber têkoşîna azadiyê meşandiye û  di serî de hêza jinên kurd û îradeyeke têkoşîna azadiyê derketiye holê.  Ji ber vê yekê ye ku  gelê kurd rojbûna Rêber Apo wek rojbûna xwe dibîne û bi girseyî tevli dibe.

Em bi vê wesîleyê cejna pîroz ya gelê kurd roja 4’ê Nîsanê di serî de li gelê kurd û hemû gelên herêmê pîroz dikin.  Hêviya me ew e ku ev 4’ê Nîsanê bo gelan bibe roja aştî û biratiyê. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku  bila li dora Rêber Apo bibin xelek û têkoşîna xwe bilind bikin”.