Ji parlementerên Başûr ji bo YPG’ê banga alîkariya lezgîn

Ji parlementerên Başûr ji bo YPG’ê banga alîkariya lezgîn

Parlementerên Başûrê Kurdistanê ku hatin sînorê Kobanê, bang li civaka navneteweyî ya cîhanê kirin ku pêşî li komkujiyeke ku dibe li Kobanê pêk bê bigirin û destekê bidin YPG’ê.  Parlementerên Kurd ji koalîsyonê xwestin ku koalîsyon bi awayeke xurt tevbigerin û tişta dikeve ser milê Tirkiyeyê bike.

Parlamenterên PDK, YNK, Goran, Hizbi Şuî, Yekgirtûy Îslamî, Komala Îslamî, Partiya Karkeren Rêzderan Kurdistan û nûnerê ermenan ku ji bo rewşa Kobanê di cih de bibînin û derbarê rewşê de ji bo parlamentoyê raporekê amade bikin, dixwestin derbasî Kobanê bibin li gundê Etmanekî ji aliyê leşkerên tirk ve bi hinceta biryara walitiyê hatin astengkirin.

Parlamenterên HDP'ê Mulkiye Bîrtane û Esad Canan jî li gel koma parlamenteran re ne.  Rayedarên leşkerî ji parlamenteran re gotin, "Em we bi wesayîtên zirxî bibin deriyê Murşîtpinarê. Hûn li wir dikarin Kobanê bibînin".  Parlementeran vê yekê qebûl nekir û gotin ku ew dixwazin biçin Kobanê. Parlementerên ku çûn ser sînor Kobanê nekarîn derbas bibin.

Şandeya Parlementoya Herêma Kurdistanê hatin gundê Etmaekê û li wir daxuyaniyek dan çapemeniyê. Li ser navê şandeyê Parlementerê Yekgirtûy Îslamî Kurdistan Ebûbekir Xeledenî axivî û got:

“Kobanê bi êrîşên pir ciddî re rû bi rû ye. Em dizanin ku li Kobanê mal bi mal, kolan bi kolan berxwedaneke pir xurt heye. Lê dibe ku di encama van êrîşan komkujiyek pêk bê. Divê em nehêlin komkujiyeke wiha.

Parlementerê Başûrê Kurdistanê, bang li civaka navneteweyî ya cîhanê kirin ku pêşî li komkujiyeke ku dibe li Kobanê pêk bê bigirin û destekê bidin YPG’ê.  Parlementerê Kurd ji koalîsyonê xwest ku koalîsyon bi awayeke xurt tevbigerin û tişta dikeve ser milê Tirkiyeyê bike. Di daxuyaniyê de hate xwestin ku Pêşmerge bi awayeke zêdetir alîkariyê bide YPG’ê û got: “Divê Hukûmeta Herêma Kurdistanê jî di warê dîplomasiyê de destekek xurt bide Kobanê."

Şande piştre ji Pirsûsê vegeriya.